Banga Rêber Apo rûpelekî nû ye
Çarşem 5 Adar 2025 - 03:35
Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl banga Rêber Apo û bûyerên li Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.
Aldar Xelîl anî ziman ku 27'ê Sibatê roja ragihandina banga Rêber Apo rojeke dîrokî bû, mohra xwe li dîroka cîhanê xist û got:"Bi vê bangê re ne tenê di dîroka Kurdistanê de di dîroka tevahiya herêmê de rûpeleke nû destpê kir. Ji ber ku di rêbaz, paradîgma û felsefeya têkoşînê de guhertin çêbû. Ji bo pêkhatina mafên gelê Kurd û mafên demokratîk bangeke dîrokî bû.
PKK xwedî çandeke berxwedanê ye
Aldar Xelîl anî ziman ku bang dîrokî ye, lewma bandora wê ne tenê li ser herêm, rêxistin û gelekî be û got:"Asoyekî felsefîk û îdeolojîk e ku wê bandorê li tevahiya herêmê û cîhanê bike. Rêber Apo di dîrokê de rûpelekî nû vekir. Bêguman hêzên hegemonîk û mêtinger wê bixwazin vê yekê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê belê hêzên dilxwazên azadiyê jî wê bixwazin vê derfetê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û armancên xwe bi ser bixînin. Li gorî texmîna min, Tevgera Azadiyê ya Kurd bi tecrûbeya xwe ya rêxistinî û danheviya xwe xwedî wê kapasîteyê ye ku weke hêzeke civakî têkoşîna xwe dewam bike. Mînak li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 14 sal in em di nava pêvajoyeke guherîn û veguherînê de ne. Beriya 10 salan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate ragihandin û di nava vê demê de tecrûbeyeke gelekî mezin hate afirandin. Li gel kêmasiyan hemûyan jî bingehek hate danîn. Bi dîtina min Bakurê Kurdistanê wê ji bangê re bibe bersiv.PKK xwedî çandeke berxwedanê û dîrokekê ye. Bi vê bangê re pêşî li têkoşîna demokratîk vebûye. Bi kîjan navî û rêbazê wê bibe bi wê nizanim, lê belê derfetê vê yekê afirîne."
Wê bandora bangê li ser me hebe
Têkildarî banga Rêber Apo ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî Aldar Xelîl got:"Bêguman ji aliyê siyasî ve bandora xwe dibe. Projeya ku em bi salan e li ser dixebitin xwe dispêre felsefeya neteweya demokratîk, azadiya jinê û ekolojiyê. Ev hemû bingeha civaka demokratîk e. Li aliyê din kar dikare hîn bi hêsanî bê meşandin. Ji ber ku me heta niha dixwest hilbijartinê bikin û avabûnê bi lez bikin, lê belê her tim astengî dihatin danîn. Ev astengî jî êrîşên dewleta Tirk bû. Dewleta Tirk a dagirker timî êrîşî me dike, her wiha dema ku me têkilî bi dewleteke din re danî dewleta Tirk dest li vê yekê werdide û dixwaze pêşî lê bigire. Hewl dide têkoşîna me asteng bike. Bi vê bangê re wê pêşî li hinceta dewleta Tirk a astengkirina têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê girtin. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Nêzî sê meh in êrîşî Tişrîn û Qereqozaxê dike. Bi vê bangê re pêşî li vê yekê dikare bê girtin. Em dixwazin bi Şamê re diyalogê deynin û têkiliyan çêbikin, lê belê dewleta Tirk dest lê werdide û hewl dide diyaloga demokratîk a gelên Sûriyeyê asteng bike. Piştî vê bangê hinceta dewleta Tirk a destwerdanê bi dawî dibe. Têkiliyên me bi hêzên derve re hene û dibêjin ku dixwazin alîkariyê bi me re bikin. Diçin û tên lê belê dewleta Tirk vê qebûl nake û dest lê werdide. Eger zordariya dewleta Tirk ji holê bê rakirin wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê siyasî û civakî ve bi hêsanî kar bê meşandin."
ANF/NÛJIYAN ADAR