Dengê muzîkê li hember dengê bombeyan!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 12 Mijdar 2024 - 00:50

Navenda Çand û Hunerê ya kantona Minbicê şevbihêrkeke hunerî bi dirûşma "Li hemberî dengê bombeyên we û yê mirinê em ê dengê muzîkê bilind bikin û awaza jiyanê lêdin" li hola navendê li dar xist. Her wiha endamên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Desteya Çand û Hunerê û şopdarên muzîkê û kultûra herêmê, beşdar bûn. Di şevbihêrkê de koma Huwat stran û beşên muzîkê yên ji çand û kultûra pêkhateyên kantonê, pêşkêş kirin. 

Di serî de hevseroka Navenda Çand û Hunerê Roz Îshaq destnîşan kir ku armanca sereke ji vê şevbuhêrkê ew e ku hemwextî rewşa herêmê û êrişên li dijî wê hêvî were vejandin, ji ber ku mûzîk berxwedan û hêviya gelan tîne ser ziman û mûzîk bi xwe aştî ye.

Endamê koma Huwat a Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê Welat Xelîl ji ajansa me re behsa dîroka komê kir û got: "Ew ji sal û nîvekê ve hatiye damezirandin. Ji 16 endamên hemû pêkhayeyan pêk tê. Di komê de amûrên rîtm, gîtar, keman, tembûra Kurdî û biziqa Erebî cih digirin."

Xelîl diyar kir ku armanc ji damezirandina komê vejandina çand û kultûra kantonê ye.

ANHA/MINBIC

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.