- Festîvala Filman a Navneteweyî ya Silêmaniyê ya 5’an 17’ê Kanûnê destpê bike, û 7 rojan wê dewam bike. Îsal di festîvalê de 145 film tên nîşandan.
Festîvala Filman a Navneteweyî ya Silêmaniyê ya 5’an 17’ê Kanûnê destpê bike, û 7 rojan wê dewam bike. Îsal di festîvalê de 145 film tên nîşandan. Di nava van filman de filmên “Ji bo Azadiyê” û “Dema Dirîreşkan” ku li ser berxwedana gerîla û şervanên YPS-YPS-Jinê ne jî hene.
Festîval li Telarî Hunerî ya bajarê Silêmaniyê dest pê dike û film jî li City Sînema tên nîşandan.
Berdevkê Festîvalê Şehên Sabîr diyar kir ku ji bo wan hezar film hatine şandin, lê wan 145 film neqandine: "Ji derveyî filmên Kurdistanê wê 35 welatên cîhanê jî bi filmên xwe beşdar bibin."
Ew 145 filmên beşdarî festîvalê dibin filmên sînemê (metrajdirêj), kurtefilm, belgefilm, anîmasyon in. Festîval îsal 18 xelatan di warên film, senaryo, lîstikvan û dîmenê herî baş de dide.
Şehên Sabîr diyar kir ku ew hewl didin derhêner û sînamegerên herî baş vexwînin festîvalê û da zanîn ku ew niha navan eşkere nakin û dixwazin bikin surprîz.
Filma, “Dema Dirîreşkan” ya behsa têkoşîna gerîlayên Kurd dike ya bi derhêneriya Haşim Aydemîr û Filma “Ji bo Azadiyê “ ya behsa berxwedana Sûra Amedê ya şervanên YPS-YPS-Jinê dike jî bi derhêneriya Ersîn Çelîk beşdarî festîvalê dibin.
Her wiha di fêstîvalê de pirsgirêkên jîngeh û koçberiyê jî weke du panelan cihê xwe digirin û kesên şareza beşdarê panelê dibin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ