• Di dema êrişa DAIŞ´ê ya li dijî Hesekê ya ji 20´ê Çile ve, wêneyekî Rudy Tahlo girtî, gelekî belav bû. 

Di dema êrişa DAIŞ´ê ya li dijî Hesekê ya ji 20´ê Çile ve, wêneyekî Rudy Tahlo girtî, gelekî belav bû. Tê de jineke navsere heye ku weke endama HPC´ê li taxa xwe nobetê digire. Hem çapemeniyê û hem jî medyaya dîjîtal ev wêne gelekî bi kar anî. Niha grafîker û şêwekar Rêbiwar Perwîzî ew wêne ji bo xebata xwe ya bi navê "Dema ku Dayik dibin pêşeng" bi kar anî. Jina ku Rudy Tahlo wêneyê wê girtiye li pêş e û li pişt wê jî şervanên YPG û YPJ´ê bi sîleh û alayên xwe mirov dikare ji hev derêxe. 

FRANKFURT