Deformasyona Monsieur Plant a bi daran

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 18 Cotmeh 2022 - 02:10

Hunermendê Fransî, Christophe Guinet yan jî Monsieur Plant, peykerên fantastîk çêdike. Wî ji darên nav daristanê îlhama van peykeran girtiye û di van demên dawiyê de gelek peykerên wiha çêkirine. Wî navê  vê koleksiyana xwe kiriye “Twist” (Badayî).

Monsieur Plant peykerên xwe li derve, di nav xwezayê de bi cih dike. Dema mirov li peykerên wî dinihere, mirov dibêje qey wî darên bi rastî li hev badane û ji wan teşeyên cihê çêkirine. Ji ber vê yekê, mirov bawer nake ku wî ev dar li hev badane. Jixwe tişta ku Monsieur Plant dixwaze jî ev e. Dixwaze bîner matmayî bimînin li hember karên wî. Esas, ev peyker ne ji daran hatine çêkirin! Monssieur Plant destpêkê wan peykeran bi cilsê  hazir dike û pişt re jî bi qalikên daran dixemilîne. Dema ew van peykerên xwe bi qaçilên daran dixemilîne karên xwe serketî pêk tîne û jidil jî dişibîne darên bi rastî. 

Monsieur Plant ji bo van peykerên xwe yên darên li hev badayî û tewandî dibêje, “Min xwest kesên ku li karên min dinihêrin vexwînim meydanê da ku hin tiştan meraq bikin û pirsên wan çêbin. Ji lewma bi formên ecêb tên hemberî xelkê. Dixwazim bi rêya deformasyonê, hin tiştan bidim fikirandin.”

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.