Defê nadim bi malê dinê!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 20 Sibat 2023 - 05:14

Berê li dawetan, nexasim jî li dawetên Kurdan, def û zirne hebû û ev amûrên muzîkê nîşaneya çandeke kevnar bûn. Lê bi wextê re kesên li dawetan li defê bixin û pif bikin zirneyê, kêm bûn. Mehmûd û Mihemed Xilo du bira ne ku hîna jî bi adetên berê radibin û di şahiyan de li def û zirneyê didin.

SOLÎN EHMÊ/ANHA/QAMIŞLO

 

Heger rojekê berê we kete ber navçeya Amûdê û we xwest ji wir biçin Qamişloyê, teqez divê hûn li Amûdê rawestin û li def û zirneya Mehmûd û Mihemed Xilo gudarî bikin. Mehmûd û Mihemed Xilo birayên hev in. Her du bira ev bi dehê salan e ku folklor û muzîka Kurdî ya resen diparêzin. Mehmûd Xilo 68 û Mihemed Xilo jî 65 salî ye. Tevî temenên xwe yên dirêj jî eşqa wan a ji bo def û zirneyê her zîndî maye û wan qet dev ji vî hunerî bernedaye. 

Mehmûd Xilo ji gundê Colî yê başûrê Amûdê ye. Bavê 6 kur û 4 keçan e. Bavê wî li zinreyê dida û ew ji bavê xwe hînî vî hunerî bûye. Piştî fêrî pifkirina zirneyê bû heya roja îro jî dev ji vê hunerê berneda û niha jî bi eşq pif dike zirneyê. Li gel ku ew ji gund koçî Amûdê kiriye jî dîsa dev ji zirneyê bernedaye. Her wiha ew debara malbata xwe jî bi vî hunerê pêk tîne. 

Li herêmê kesên weke wan pirr kêm in. Hema bêje tine ne. Ew bi pirranî li dawet û dîlanên herêma Cizîrê yên Kurdan de li def û zirneyê dixin.

 

Berê bi saet û rojan lê didan

Mehmûd Xilo gazinan dike û dibêje, nifşê niha bi coş li zirneyê guhdarî nake: "Lê ruxmî wê yekê ez heta roja îro pê ve girêdayî me. Ji ber ku ez Kurd im û ev folklora kevn a gelê min e û ji erka min e parastina wê bikim. Berê ev bone xwedî nirxekî mezin bûn. Me bi saetan,  bi rojan bêyî westan li zirneyê dida, tevî ku ji lêdana zirneyê nefeseke dirêj û xurt lazim bû. Gelê me bi rojan li ber zirne û defê govend digerand.”

 

2 rojan li ser hev li zirneyê dide

Mehmûd Xilo wiha behsa serpêhatiyeke xwe dike; "Tê bîra min, di dîlanekê de min 2 rojan li pey hev li zirneyê da. Lê rewş hate guhertin, pê re jî urf û adet jî hatin guhartin."  Xilo têkildarî dîroka zirneyê li gel Kurdan jî got; "Ev amûreke Kurdî ya resen e. Dûre di nava gelên cîhanê de belav bû. Ji bo ragihandina serkeftinê di şerên navbera eşîran de yan jî hişyarkirina şêniyan li ser êrişan, dihat bikaranîn."

 

Zarok û dost fêr nebûn!

Mehmûd Xilo bang li zirnejenan kir ku ruxmî hemû rewş û astengiyan vê hunerê biparêzin û got: "Ji ber ku me ev huner ji bav û kalên xwe wergirt. Min pir xwest zarok û dostên xwe fêr bikim, lê qebûl nekirin. Ji ber ku fêrî dengê alavên nûjen bûne."

 

‘Te carekê lêxist êdî tu nikarî dev jê berdî’

Em li Hola Beylesan a Amûdê bi Mihemed û Mehmûd Xilo re civiyan. Birayê Mehmûd ê biçûk, Mihemed Xilo jî ku zêdetirî 40 salî ye li defê dide têkildarî hestên xwe yên lêdana defê axivî û got: "Lêdana li amûrên muzîkê ji dil tê. Ji lew re ger tu ket vê riyê tu nikarî careke din dev jê berdî. Mixabin îro zarokên me fêrî amûrên nûjen bûne û ji folklora xwe bi dûr ketine. Min çavên xwe li ser dengên amûrên muzîkê ku bavê min lê didan, vekirin. Dema ez mezin bûm, ez pê re diçûm dîlanên li herêmê. Piştre tevî birayê xwe Mehmûd fêrî lêdana defê bûm."

 

Ji bav û kalan weke rêûresmekê…

Bi rûkenî Mihemed destê xwe radike û wiha dibêje: "Ev defa li rex min, a bavê min e. Wî ji kalê xwe wergirt. Lê dengê defa min resen e û ji hemû defên nûjen cuda ye. Ew ji çermê bizinan hatiye çêkirin. Ji lewre pirr baş diparêzim û defa xwe nadim bi malê dinyayê!"

Mihemed Xilo wiha dawî li gotina xwe anî: "Mezinên me navê ′defa hawariyê′ li vê amûra muzîkê dikir. Lêdana wê nîşaneya dîlan an jî şerekî bû. Gotineke gelêrî li herêmê heye, dibêje; ‘dengê defê ji dûr ve xweş e’. Lê ez jî dengê wê çi dûr çi nêzîk, xweş dibînim."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.