Defa hawarê ji bo Bretonî lê dikeve!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 5 Sibat 2025 - 00:55

Zimanê bretonî di şeş salan de nîvê axêverên xwe wind kir. Êdî eşkereye ku bretonî di nava malbatê de ji alîyê zarokan ve nayê fêrbûn. Sazîyên zimanê bretonî ji bo parastina ziman destekê ji hikumeta Fransayê dixwazin.

Hejmara kesên bi zimanê bretonî diaxivin bi lez kêm dibin. Di navbera 2018 û 2024’an de hejmara axêveran ji 214,000’an daketîye 107,000’an. Lêkolîna dawî ji bo qedera zimên bû defa hawarê.Lêkolîna li ser ziman ji alîyê rêveberîya Herêma Bretonyayê hat kirin.

Tê ragihandin, sebeba vê kêmbûnê mirina axêverên bretonî ne.

Temenê axêveran 58 e

Bretonî demeke dirêje herî zêde jî alîyê axêverên temenê wan 70 bû, tê axaftin. Lêbelê daneyên dawî nîşan didin niha temenê axêverên ziman daketîye 58’an. Ev jî hêvîyeke bisînor bi parazvanên bretonî re çêdike. Tevî vê jî, êdî eşkereye ku bretonî di nava malbatê de ji alîyê zarokan ve nayê fêrbûn. Li alîyekî din, rêjeya axêverên bretonî yên di navbera 20 û 40’î de zêde dibe. Ev yek ji ber hewldanên parastina zimên a di asta civakî de pêk tê.

Hewldanên ji bo perwerdeyê

Niha li herêmê ji demên berê bêtir mamosteyên zimên tê perwerdekirin. Hikumeta herêmî bi planekê hewl dide hejmara zarokên bretonî fêr dibin di 2027’an de derxe 30,000’î. Di dibistanên bi bretonî perwerdeyê dikin, hejmara xwendekarên zarok 20,000’î ye. Sazîyên zimanê bretonî didin zanîn, hewldanên hikumeta herêmî ji bo parastina ziman têr nake. Hikumeta herêmî û sazî ji bo pêşxistin û parastina ziman ji hikumeta Fransayê daxwaza desteka aborîyê dikin.

INFOWELAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.