Debara xwe bi berhemên xwe dikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 24 Mijdar 2022 - 04:32

Her demê berhemên çandî û kevneşopî yên kurdewarî bala mirovan kişandiye ser xwe. Berhemên ku bi taybetî çanda mirov nîşan bidin, zêdetir balê dikişînin ser xwe. Kurd jî xwedî çandeke welê dewlemend in, bi hemû reng û hunerê xwe balê dikişînin ser xwe.

Dayê Şîlan û Mamê Afe jî ji wan kesan in ku bi salan e karê hunerî yê destan dikin û bi van berheman debara xwe dikin. 

 

Bikarhêner dixwazin ew çêdike

Mam Afeyê ji navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê, ev nêzî 8 salan e ku kumên kurdewarî yên taybet ên li ser cil û bergên ji rêûresmê yên jinan çêdike. Ew dibêje, ew bi xwe kuman didirû û hevjîna wî jî alîkariya wî dike, û wan dineqişîne. 

Mam Afe dibêje, ew li gorî daxwazên bikarhêneran kuman dineqişîne. Mam Afe hemwext êlekan temam dike, bi taybetî yên zarokan bi heman rengî çêdike û dineqişîne. 

Mam Afe dibêje,  “Hevjîna min cil û bergên gelerî yên jin û mêran didirû. Niha zêdetir cilûbergên zarokan çêdike.”

Li gorî gotina Mam Afe, daxwazên xelkê li ser van berhemên gelerî pirr in, heta ji Ewrûpayê jî daxwaz tên, ew li gorî daxwazên wan çêdikin û dişînin. 

Mam Afe û hevjîna wî Dayê Şîlan bi hev re bi vî karî radibin û debara xwe dikin. Dayê Şîlan, ev 12 sal in, bazin û gerdenên cûr bi cûr bi rengên morîkan xemilandî çêdike û debara xwe dike. 

 

Bi festîvalan hunerê xwe digihîne xelkê

Dayê Şîlan anî ziman ku cihekî wê nîne ku van berhemên xwe lê nîşan bide û bigihîne xelkê herêmê. Ew bi tevlîbûna gelek festîvalan berhemên xwe nîşan dide û digihîne welatiyan. 

ANF/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.