- Necah Ezedîn ji gundê Dugirê yê bi ser navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê ye. Ew di mala xwe de alavên folklorî diparêze.
HÊLÎN EYLUL / JÎNHA/QAMIŞLO
Necah Ezedîn ji gundê Dugirê yê bi ser navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê ye. Ew di mala xwe de alavên folklorî diparêze. Dema mirov derbasî mala Necahê dibe, ji xwe re kêliyek vedigere dewlemendiya çanda Kurd. Necah ev çend sal in van kevnareyên çandî li gel xwe dihewîne û her ku ew li van mîrateyên dîrokî mêze dike jiyana wê ya bi ked, dilnizmî û hezkirî di bîra wê de derbas dibe.
Necah Ezedîn destnîşan kir ku bi riya komkirina van alavan parastina mîrateya dapîr û bapîrên xwe dewam dike û got: ''Ji piçûkatiya xwe ve heta niha ez vî karî dikim û hemû tiştên kevnar diparêzim. Ji bo me mîrateyên dîrokî ne. Niha kelûpelên dîroka me di nava civake de winda bûne lê ji bo winda nebin min her carê parçeyek anîn û kom kirin. Min destpêkê destar, cûnî, cirn, meşk û mîrkut anî ku alavên kevnar ên dîroka me diyar dikin. Bi van alavan ez dixwazim mîrateyên dayika xwe biparêzim û vejînim.''
‘Mirovên niha ne kedkar in’
Necah Ezedîn bal kişand ser alavên kevnar û wiha domand: ''Berê hemû tiştên me bi keda dest çêdibûn.
Dayikên me rojane li derve diman, diçûn bêriyê, li ber bêriyê dar û pincar kom dikirin. Her wiha bi çermên heywanan gelek berhemên malê çêdikirin, mînak çermê bizinê jêdikirin, zuwa dikirin, bi şema hingivê dihelandin, dikirin ta pê meşk û kîsên genim çêdikirin. Ji hiriya pez bi teşiyê ta dirêsandin û tevn çêdikirin.
Meşk bi sê daran girê didan, bi meşkê dew çêdikirin. Dema dew dikelandin nivîşk li ser diket ew nivîşk gelek xweş bû lê zehmetiyên wî jî zede bûn. Wê demê kar pirr bû hemû tişt bi keda dest dihat çêkirin. Jiyana niha hesan bûye hemû tişt tên ber destên me lê dîsa berhem tê de nîn e, ji ber mirovên niha kêm ked didin.''
‘Rojên berê tînin bîra meriv’
Necah Ezedîn destnîşan kir ku dîrok roja îro diyar dike û wiha domand: “Heta roja me ya îro jî ez van tiştên kevnar alavên malê bi kar tînim. Genim kom dikim, heywan xwedî dikim, ji bo zarokên xwe mehîr çêdikim û mîna dayika xwe nan çêdikim. Berê dayika min dema nan çedikir heta çar rojan xirab nedibû lê niha ez çêdikim zû xirab dibe, ji ber genimê niha weke berê baş nîn e. Dema ez diçim odeya xwe ya tiştên kevin, ez dibêjim ka rojên berê dema ez li van amûran mêze dikim, di hundirê wan de rojên berê veşartîne. Mînak gelek perde li ber çirayê çêkirine, ji ber wî heta niha ez wan perdeyan hiltînim.''
‘Tiştên berê bêqîmet bûne’
Necah Ezedîn herî dawî bi bir xist ku di dema niha de her tişt bûye rehetî û gotina xwe wiha bi dawî kir, “Niha em mêze bikin, tiştên berê di nava civaka me de bêqîmet bûne loma ez bi vê yekê xemgîn dibim. Daxwaza min a sereke ew e ku piştî min jî amûrên dîrokî yên çanda me bên parastin.”