• Emîna Mûse ji Herêma Efrînê ye, ev demek dirêj e di nav xebatên çand û hunerê de cih digire. ew dibêje, "Ez 64 salî me û 23 sal in di nava xebatan de cih digirim. Temenê min ê mezin ti carî ji bo min nebû asteng. Daxwaza min a kar ji her zehmetiyê bi hêztir bû.”

Emîna Mûse ji Herêma Efrînê ye, ev demek dirêj e di nav xebatên çand û hunerê de cih digire. ew dibêje, "Ez 64 salî me û 23 sal in di nava xebatan de cih digirim. Temenê min ê mezin ti carî ji bo min nebû asteng. Daxwaza min a kar ji her zehmetiyê bi hêztir bû.”  
Emîna Mûse ji gundê Sêmala ye yê navçeyê Meydankê ya ser bi Efrînê. Ji mêj ve cihê xwe di nava xebatê çand û hunerê de digire.  
Emîna li ser mal, zarok û xebatên xwe de dibêje, "Tevî ku min 9 zarok xwedî dikirin û di nav de jî hişmendiya hişk ya civakê hebû, lê ev yek nebû asteng li pêşiya xeyalên min. Ez têkoşiyam. Daxwaza min a kar ji her zehmetiyê bi hêztir bû."
Emîna dibêje temenê wê li pêşiya xebatên wê nebûye asteng: "Çand mirovan fêrî manedariya rast a jiyanê dike. Ji bo vê, ez sala 1999'an tevlî nav xebatên çand û huner bûm. Min cihê xwe di koma govendê ya Herêma  Efrînê de girt. Bi şoreşê re min di nava koma Çiyayê Kurmênc de cihê xwe girt. Ji ber dilsoziya min a bi çandê re, ez her amade bûm vê çandê biparêzim. Di nava hemû çalakiyan de reng û dengê min hebû. Ez kêfxweş im ku heta niha ez dikarim vê xebatê bidomînim.
Êrişên li dijî Efrînê, vîna me ya domandina parastina çandê neçewisand. Tevî ku niha êrişeke mezin li dijî çanda jina Efrînêbi destê dewleta Tirk tê kirin, dîsa jî em jin vê çandê zindî dihêlin. Em ji bo doza xwe xwedî vîn in. Parastina çanda resen dilsoziya bi nasname û hebûnê re ye."  

JINNEWS/ŞEHBA