REWŞAN DENIZ

Sêşema bihurî Wezîrê Şer ê dewleta Tirk li Berlînê bû û bi wezîra karên sîleh û artêşê ya Elmanyayê Annegret Kramp Karrenbauer re civiya. Piştî civînê tiştekî zêde nehat gotin di daxuyanyia hevpar de. Lê Kurdistaniyan û dostên wan li ber wezareta parastinê ya federal a Elmanyayê peyama xwe da: Hulûsî Akar neezimînin, wî dadgeh bikin!
Beriya civînê partiyên muxalefeta Elman Die Linke, FDP'ê û Die Grünen ji wezîra xwe Annegret Kramp Karrenbauer xwest eşkere ji wezîrê şer ê dewleta Tirk re behsa dagirkeriya li Sûrî, êrişkariya li Lîbya, li rojhilatê Deryaspî û zilm û zexta li nava Tiriyeyê li xelkê tê kirin, bike. 

Wezîra Elman çi qasî guh da muxalefetê, ne diyar e. Em behsa wezîrekê dikin, dema ku êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî Serêkaniyê dest pê kirin, behsa cezakirina hişk a dewleta Tirk dikir. Lê wezirê karê derve yê Elman, Heiko Maas - ji şirîkê hikûmetê SPD'ê - di cih de erza wê şikandibû û gotibû, "xeşîmiyeke" çawa ye ev!

Sêşema bihurî eşkere bû ku wezîrê ew "xeşîmî" ji ser xwe avêtiye. Tişta ku wezîr Heiko Maas Cotmeha 2019'an weke xeşîmî bi nav kir, daxwaza cezakirina Tirkiyeyê ji ber dagirkeriyê bû. Piştî vê ne bi gelekî, gava ji hikûmeta federal a Elman hat pirsîn ka ew êrişên dewleta Tirk ên li dijî QSD'ê çawa dibîne, wê gotibû, weke dagirkerî. Yanî hikûmeta Elman pê re ye dagirkerî neyê cezakirin. 

Hasilî, Annegret Kramp Karrenbauer ji ku çû ku? Wezîrê Şer ê Tirk Hulûsî Akar gava pêr ji ajansa fermî ya dewleta Tirk re peyiviye, li ser jidilbûna wezîra Elman gotiye: Nexasim li ser babetên parastin û ewlekariyê, tişta me dîtî, mêvandariyeke gelekî jidil, eşkere, dostane bû.

Naxwe, tişta di civînê de behsa wê nehat kirin, manedartir bûye. Yanî ji Tirkiyeyê re nehatiye gotin dagirker, jê re behsa sûcên wê yên dema şer nehatiye kirin, zilma wê ya li dijî Kurdan li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê jixwe ne xema Elmanyayê bû, lê behsa zilma wê li dijî welatiyên çîna navîn ên bajarî jî nehatiye kirin. Êrişên li dijî xwendekarên zanîngehê? Na, diyar e behsa wê jî nehatiye kirin.

Hulûsî Akar çi qasî behsa jidilbûn û başbûna civînê bike jî, em lawaziyeke çerxa şer a dewleta Tirk eşkere dibînin. Em dibînin ku di çêkirina dronan de pêdiviya wê bi hevkariya Elmanyayê heye. Wekî din sîstemên sîlehan ên ku ji bo dewamkirina şer û dagirkeriyê jê re lazim in, divê ji hinekan bikire û diyar Elmanya di nav van hinekan de ye. Parçeyên yedek ên tang û topan jî neçar e ji Elmanyayê bikire û behsa vê jî dike. 

Ji bilî vê qelsiyê em dibînin ku ew lê mikur tê ku bi hevkariya bi Elmanyayê re wan dronên xwe yên şer bi pêş xistine. 

Ew "jidiliya" wezîrê şer ê Tirk behsa wê dike jî eşkere rûşekaliya dewleta Tirk e: Rexne li operasyona Irini ya Yekîtiya Ewrûpayê girtiye ku ambargoya sîlehan a Neteweyên Yekbûyî li dijî Lîbyayê kontrol dike. Gotiye YPG û PKK yek in. Beramberî van jî wezîra Elman dostane û jidil bûye, yanî muhtemelen bi devkenîn gotiye, "ez fêhm dikim".
Em jî fêhm dikin, ev gerên Hulûsî Akar li Bexda, Hewlêr û Berlînê, di heman demê de nîşana zehmetiya ew tê de jî nîşan dide. Di salên 1970 û 1980'yî de di rewşa dewleta Tirk a zehmet de, Elmanya bi hewara wê ve çûbû. Gelo ev yek wê îro dubare bibe?