Daristana Jin jiyan azadî wê Şengalê heşîn bike

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 7 Sibat 2023 - 03:39

ARAT ARARAT/BIELEFELD

 

Înîsiyatîfa Aştî û Hêvî ji bo Kurdistanê (ÎAHK) ji bo bibîranîna jinên hatine qetilkirin ên Şengalê, projeyeke ji bo daristaneke ji 3 hezar daran a li Şengalê da destpêkirin. Gava pêşî ya projeyê bi konsera îna bihurî ya li li hola Volkshochschule ya Bielefeldê hat avêtin.

Hunermend Yelda Abbasî, Laila Genc, Nurê Dilovanî, Beata Wolf bi dilxwazî beşdarî kampanyayê bûn û konser dan. Ew dibêjin, ji ber beşdariyê ew gelekî şa ne û bang li xelkê kirin da ku destekê bidin projeyê. 

Di konsera 3´yê Sibatê êvarê de hola ji bo 350 kesî mişt bû. Ji ber wê berdevka ÎAHK´yê got, “Elaqe pirr baş bû. Lê karê me nû dest pê dike. Em ê piştgiriyê mezin bikin.’’ 

Li ser navê ÎAHK’yê Lîza Koç jî got, “Em ê bi hev re projeyên muhimtir pêk bînin. Piştgiriya me ya ji bo Kurdistanê bi rêxistinbûna mezin mumkin e.”

 

Nurê Dilovanî: Ez parçeyek ji projeyê me

Hunermenda Kurd a Êzîdî, Nurê Diilovani jî li ser dikê got, “Ez dixwazim her kes destekê bide vê projeyê. Me destek da Rojava, em niha didin Şengalê. Bi beşdariya vê konserê, ez jî bûm parçeyek ji vê projeyê. Ez malavahiya we mêvanan dikim ji ber desteka we û ji ber hunerheziya we.”

 

Yelda Abbasî: ez jinên berxwedêr pîroz dikim

Yek ji çar hunermendên jin ê beşdarê konserê jî Yelda Ebbasî bû. Wê got, “Ez vê êvarê diyarî wan jinan dikin ên ku li Îranê têdikoşin. Ez berxwedana wan pîroz dikim Şa me ku beşdar bûm. Jin li Îranê bi slogana Jin Jiyan Azadî li kolanan in. Maneya Jin Jiyan Azadiyê ji bo min gelekî mezin e. Divê em jin hemû piştgiriya hev bikin û têkoşînê xurt bikin.”

 

Beate Wolff: Elaqeya ji bo konserê tesîr li min kir

Hunermendeke din a jin a beşdarî konserê bû Beate Wolff bû. Beate Wollf ji ber elaqeya ji bo konserê gelekî kêfxweş bûye. Ew ji me re peyivî û wê got, “Min hêvî nedikir ev qas mirov bên vê konserê. Ji cihê ez jê têm elaqeya ji bo mijarê ev qasî mezin nîne. Ji ber ku mirov ji bo çanda xwe û berxwedana jinê vê elaqeyê nîşan didin û tên cem hev, gelek bandor li min bû. Pirr xweş e, kela canê min pirr rabû.”

 

Laiya Genc: Divê jin hemû azad bin

Hunermend Laila Genc ji sala 2018´an ve di nava koma Trio Sêreng de ye. Ew jî beşdarî konserê bû. Beriya derkeve ser dikê em pê re peyivîn û wê jî got, “Em li vir in da ku em mijareke girîng bixin rojevê. Ji ber ku bi projeyê ekolojî jî derdikeve pêş ez gelekî kêfxweş im. Ez difikirim ku divê jin û mêr hemû azad û wekhev bin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.