Dara maziye her şîn dimîne

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 20 Kanûn 2022 - 05:15

  • Nivîskar û mamosteyê Kurdî Adil Qazî tekildarî polîtikayên bişaftinê û êrişên dawî yên li dijî zimanê Kurdî destnîşan kir ku bi xwedî derketina zimanê Kurdî dikarin pêşî li wan polîtîkayan û êrişan bigirin û got: “Ziman dara maziyê ye, her çiqas êriş bikin jî naqede ji nû ve şîn dibe.”

MAHMUT ALTINTAŞ/MA/AMED

 

Ji avabûna Komara Tirkiyeyê ve polîtikayên bişaftinê yên dewletê li dijî zimanê Kurdî dewam dikin. Her çiqas li gorî demê polîtikayên dewletê bigûherin jî hê jî zimanê Kurdî tine tê hesibandin û mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî di dibistanan de qedexe ye. Ji ber ku parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier beriya bi çend rojan di meclisa dewleta Tirk de bi Kurdî axivî, axaftina wî di nîvî de hat birrîn. Her wiha di bernameya qenala ATV'yê de axaftina dayikekê ya bi Kurdî hat qûtkirin. Bi van kiryaran nîjadperestiya dewletê ya li dijî zimanê Kurdî careke din derket holê.

Nivîskar û Mamosteyê Zimanê Kurdî Adil Qazî polîtikayên bişaftinê û êrişên dawî yên li dijî zimanê Kurdî nirxandin. 

 

Kurdî naqede her şîn dibe

Derbarê mijarê de Adil Qazî got, armanca êrişên li dijî zimanê Kurdî ew e ku neteweya Kurd ji holê rakin: “Ew jî dizanin dema zimanê Kurdî bê axaftin, perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî hebe, li ser vê êrdnîgariyê nikarin Kurdan tine bihesibînin û bibin serdest. Yek ji sedemên êrişên dewletê jî lawazbûna wan e. Çand û nasnameya Tirkan çêkirî ye, ji ber wê jî dixwazin bi zext û zorê bibin serdest. Lê her çiqas êriş bikin jî zimanê Kurdî li ser vê axê namire, zimanê Kurdî weke dara maziyê ye bi kok e, çawa ku dara maziyê ewqasî dişewitînin jî li ser xweliya xwe heşîn dibe, zimane Kurdî jî wisa ye. Her çiqas êriş bikin jî naqede ji nû ve şîn dibe.”

 

‘Dev ji gilî û gazinan berdin’ 

Mamoste Adil Qazî îşaret bi bêkêriya bi gilî û gazinan kir û got, bi xwedî derketinê êrişên li dijî ziman dikarin bên rawestandin: “Divê em li dijî van êrişan gilî û gazinan nekin, em li mala xwe, li tax û bajaran xwe bi rexistin bikin. Heke di dilê me de hebe, em bizanin ku termek li êrdê ye û divê bê rakirin, ew nebe jî nabe, wê demê divê her kes bi xwedî derketineke bi vî awayî tevbigere. Yanî em dikarin li kanalên wan temaşe nekin, heke dengê Kurdî were birrîn, em jî dikarin nerazîbûnê wisa nîşan bidin. Yanî berî her tiştî em bêxwedî nînin, xwedî dîrokeke kevnar in, xwedî têkoşîn û rêberekî hemdem in, çima em xwedî li vê têkoşînê dernekevin. Êrişî çi dikin, divê em zêdetir xwedî lê derkevin. Dema êrişî ziman kirin, divê em zêdetir xwedî li ziman derkevin.”

 

Polîtîkayên bê sînor û exlaq

Adil Qazî bi bîr xist û got; “Polîtîkayên dewletê yên bişaftinê bi ser neketin. Piştî ku ev polîtîkayên dewletê yên tine hesibandin û bişaftinê bi serneketin, dîtin ku Kurd dikarin xwe bi rê ve bibin û perwerdehiya xwe bibînin. Wê demê polîtîkayên zext û tundiyan xistin meriyetê. Niha jî li dijî Kurdan û zimanê Kurdî polîtîkayên bê sînor û bê exlaq tên meşandin.”

 

Kêmasiya hewldanên ji bo ziman 

Qazî anî ziman ku hewldanên ji bo perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî kêm in û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Ziman ji çand, dîrok û polîtîkayê qutkirî nîne. Ziman her tişt e. Bi pirranî çalakiyên me bi zimanê Tirkî tên kirin. Yanî çima tenê bi Tirkî, divê em bi Kurdî jî bikin. Yanî çima em zimanê neyarên xwe bi kar tînin. Em ne li hemberî zimanekî ne, lê îro zext li ser zimanê me heye, zimanê me tine tê hesibandin. Ji ber wê divê em bi zimanê xwe têbikoşin. Divê em perwerdehiya fermî ya zimanê xwe li ser wan bidin ferzkirin. Perwerdehiya zimanê din di dibistanan de heye lê ya Kurdî qedexe ye, divê li dijî vê yekê nerazîbûneke tund bê nîşandan. Di qada navneteweyî de jî mafê her zimanî yê perwerdehiyê heye, divê di warê dîplomasiyê de jî em hewl bidin û bi çalakiyan vê yekê bidin ferzkirin. Lê hewldanên me pir kêm in divê em bêhtir li ser ziman bisekinin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.