• Pelê darê kesk in lê ev dar dareke bê berhem e, darên ku li çiya ne berhem didin û benîştê wan tê xwarin û cûtin. Her wiha kezwanê daran jî tê xwarin û ji qehwê re tê bikaranîn. Çiqilên ku ji daran bikevin, em wekî qirşan dişewitînin. Lê ev dar ne wisa ye, ew çiqilên ku ji darê dikevin jî em nikarin û newêrin bişewitînin ji ber ku dara ziyaretê ye.

SORGUL ŞÊXO / JÎNHA/HESEKÊ

Çiyayê Kizwanan yek ji çiyayên herêma Cizîrê ye ku 35 kîlometroyan li başûrrojavayê bajarê Hesekê ye. Li çiyayê Kizwanan gelek deverên dîrokî hene ku ji gelek rêwî û xelkên herêma Cizîrê re bûye cihê bêhnvedanê. Yek ji wan Keleha Sukera û Mexlûca ye. Her wiha li çiya gelek kaniyên avê hene ku mirov û lawir jê sûdê digirin. Xelkê çiya bi xwedîkirina pez debara xwe dikin, her wiha alternatîfa wesayîtan jî heye ew jî ker e. Her girek serpêhatiyeke wî ya taybet heye. Lê li rojhilatê gundê Xera, kaniyek heye ku dirêjahiya wê digihîje 4 metreyan û firehiya wê jî nêzî metreyekê ye, li kêleka wê kaniyê jî darek heye. Pelên darê kesk in lê wekî darên din berhem nade. Dar hemû kizwanan digirin, benîştê wan çêdibin û tên xwarin û bikaranîn. Lê ev dar berhem nade, tenê şîn tê. Navê vê darê "Dara Keçikê" ye, temenê wê jî nayê zanîn, ji ber ku ew şaxa ji darê bi erdê ve dirêj bûye dareke din jê derketiye lê li hev geriyaye. Ji bo ku em bêtir serpêhatiya vê dar û cudahiya wê nas bikin me li Meryem El-Hesen a 60 salî guhdarî kir û wê jî behsa serpêhatiya vê darê kir. 
 

Meryem El-Hesen da zanîn ku li Xerayê dareke ku ji hemû darên din cuda heye û got: "Ne ji dema min, ji dema dapîr û bapîrên min ve ev dar heye û dibêjin, di binê vê darê de kaniyek heye. Min ji dapîrên xwe bihîst ku ji serdema Cihuyan ve dema ku li Çiyayê Kizwanan şer dikirin, ev dar ne dar bû lê belê keçik bû. Tê gotin ku keçikê ji Yezdan xwestiye wê bike dar da ku leşkerên Cihû wê negirin û destdirêjiyê lê nekin. Dengê wê çûye Xwedê û bi rastî jî bûye darek û li kêleka wê darê jî kaniyek çêbûye. Agahiyên berfireh li cem me tine ne, ji ber ku temenê vê darê pirr dirêj e û ne ku min ji dapîra xwe girtiye, hîn dapîra min ji dapîrê dapîrên xwe girtiye û ji me re gotiye. Ji lewre, bi derbasbûna salan re jî agahî kêm dibin û keseke ku ji wê serdemê mabe heta niha ku çîroka rast ji me re bêje, nemaye."
 
Weke berê kes naçe serdana darê 

Meryem El-Hesen got, xelk ji kaniya darê gelek sûdê digirin û wiha peyivî: "Dema ku şivan di ber kaniyê re derbas dibin, pez avê jê vedixwin her wiha gelek malbat jî avê jê dikişînin û pê baxçeyên xwe yên zebzeyên payîzê û biharê, av didin. Di heman wextê de jî gelek rêwî li gund disekinin û tên serdana vê darê. Her wiha gelek mêvanên ku di salên bihurî de ji gelek bajarên herêma Cizîrê, bi taybetî dihatin serdana darê. Ji Sibatê ve dihatin mêvantiyê heta destpêka Gulanê. Mêvanên ku tên jî gelek tiştên xwarinê bi xwe re tînin û zarokên gund dilxweş dibin. Lê mixabin, ji ber rewşa şer êdî mêvan wekî berê nayên û bi taybetî di 6 salên bihurî de pirr kêm bûn."

 


Dara miradan

Meryem El-Hesen da zanîn ku dar wekî dara miradan e jî û wiha pêl da gotinên xwe: "Ev dar dara miradan e jî xelk, rêwî û mêvanên ku tên tayekî, (rengê wê ne girîng e) bi darê ve girêdidin û li gorî niyeta dilê wan, daxwazên wan pêk tên. Mesela, kesek nexweş hebe û tayekî bi darê ve girê bide, ew nexweşiya wê/î diçe û baş dibe. Wekî ku dixwazin xwe ji hemû êş û nexweşiyan xilas bikin, xwe dispêrin vê darê. Ferq nîne ku tayekî wê yê taybet hebe, dikare ji destmal û kirasê xwe jî qut bike û bi şaxekî darê ve girê bide."
 
Naşibe darên din

Meryem El-Hesen wiha behsa cudahiya Dara Keçikê ya ji darên din kir, “Pelê darê kesk in lê ev dar dareke bê berhem e, darên ku li çiya ne, berhem didin û benîştê wan tê xwarin û cûtin. Her wiha kizwanên daran jî tên xwarin û ji qehwê re tên bikaranîn. Çiqilê ku ji daran bikeve, em wekî qirşan dişewitînin. Lê ev dar ne wisa ye, ew çiqilê ku ji darê dikevin jî em nikarin û newêrin bişewitînin ji ber ku dara ziyaretê ye. Berê, yên ku jiyabin û li ser bûyerê hazir bûn, ji hev re ev mesele gotibûn; carekê hinek mêvan tên, lê tiştekî li ser vê darê nizanin, çiqilên darê yên li erdê kom dikin û dibin. Berî ku ji gundê Xera derkevin, wesayîda wan diqulibe û dişewitin. Dayika min jî daxwaz ji min kiriye ku çiqilêkî jî ango darekî biçûk ji darê bikeve, ez ranekim û neşewitînim loma ez dest nadimê. Dema ku dar şîn tê, em di bin siya wê de bêhna xwe vedidin her wiha xwarina xwe li ber wê dixwin û ji kaniya wê jî avê vedixwin."
 
Ava kaniyê demsalê diyar dike 

Meryem El-Hesen got, ji miçiqîna kaniyê pê dizanin sal baş e yan xirab e û wiha axaftina xwe bi dawî kir; "Me berê ji kaniya wê av vedixwar, sala ku zivistan be ava kaniyê diherike û ber bi newalê ve diçe. Lê ev çend salên dawî êdî kanî bi xwe miçiqiye. Dema ku ava kaniyê kêm dibe, em pê dizanin ku demsal zuwa ye. Îsal jî yekcar ava wê kêm bûye."