‘Dara Jiyanê’ li Qamişloyê bû

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 19 Kanûn 2022 - 03:44

Li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê, bi amadebûna xelkê bajêr, lîstika şanoyê “Dara Jiyanê” hat nîşandan. Xelkê bi coş lê temaşe kir û kela canê xelkê rabû.

Çîroka şanoya “Dara Jiyanê” kevin e, nivîskarê wê Çiya ye. Lê belê senaryoya wê ji aliyê derhêner Ekîn Ronî ve ji nû ve hatiye nivisîn.

Derhênerê şanoya “Dara Jiyanê” Ekîn Ronî got, “Beriya du mehan ji bo salvegera PKK’ê me dest bi xebatê kir. Bi endamên koma Ava Mezin a Dêrikê re me şanoyek amade kir. Kesên ku di şanoyê de lîstin bi pirranî nû bûn û cara yekê bû ku di lîstikeke bi vî rengî de cih digirtin. Qederê 20 zarokî di şanoya ‘Dara Jiyanê’ de lîsitin.”

Ekîn Ronî wiha behsa naveroka şanoyê kir: “Şano behsa kongreya destpêkê ya salên 1978'an a damezrandina PKK'ê dike. Lîstika ‘Dara Jiyanê’ ji ber helbesta ‘Dara Pîr’ a helbestvanê rojhilatî Cemal Melîkşa hatiye girtin. Şahîdiya Malbata Zogûrlû, pêvajoya dema avabûna PKK’ê dike, yanî behsa wê malê dike ya ku PKK lê ava bû. Li ser bingehekî xurt ê felsefîk hatiye rûniştandin. Bûyerên lîstika ku li ser bingehê pîvanên diyalektîk ên başî-nebaşî, doh-îro, xwecihî-gerdûnî hatiye rûniştandin, li hewşa mala malbata Zogûrlû diqewimin. Li hemberî daxwaza keyayê gund a ji bo birrîna dara li hewşa mala ku PKK wê lê ava bibe, qala berxwedana dayîka Seyfettîn Zogûrlû dike. Wê pêvajoyê vedibêje.”

Ekîn Ronî di dawiya axaftina xwe de got, “Me niyet hebû em şanoyê 27’ê Mijdarê derxin ser dikê. Lê belê mixabin ji ber êrişên hewayî yên dewleta Tirk me nikaribû derxista. Ji lewma jî hat taloqkirin. Beriya bajarê Qamişlo me şano du caran li bajarê Dêrikê derxist ser dikê. Em niha di Kanûnê de şanoyê nîşanî xelkê Qamişloyê dikin li ser dikê. Piştî Qamişloyê, şano dê li gelek bajarên din ên Rojava derkeve ser dikê.”

ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.