Wênegirê Japonî Usadadanukî, bi hatina havînê re berê xwe daye nav daristanên Japonya û wêneyên şevçirayan girtine. Li Japonya di demsala havînê de gelek kes ji bo rohniya şevçirayan ya di nav xwezayê de bibînin, berê xwe didin nav xwezayê û li şevçirayan temaşe dikin.
Di çanda Japoniyan de şevçira, ruhên leşkerên di şer de kuştî û nîşaneya bibîranînên wan iin. Di şevên havînê de bi hezaran şevçira bi ronahiya xwe şevan dixemilînin û ronî dikin. Lê van salên dawiyê ji ber qirêjiya hewayê, hejmara wan gelekî kêm bûye. Ew tenê li keviya rûbarên paqij ango di nav daristanê de hene û derdikevin holê.
Girtina wêneyên şevçirayan karekî hêsan nîne. Tenê bi pozên dirêj mirov dikare wêneyên wan bigire û ji vê re jî demeke dirêj lazim e. Usadadanukî jî şeva xwe li nav daristanê dibihurîne. Ji bo ronahiya wan a ku di nav xwezayê de dibiriqe, bi wênegira xwe bigire, bi saetan li benda weneyekî disekine ta ku ev wêneyên xweşik û bêhmpa derdikevin holê.
Ev wêne, di nav xwezayê de dansa şevçirayan nîşan didin. Şevçirayên ku di nav tariyê de şevên havînê ronî dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN