Dans û tevgera helbestkî

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 17 Sibat 2024 - 00:46

  • Hunermenda bi navê Kyli Sparre beriya ku bi karê fotografiyê dakeve û xeyalên xwe bisêwirîne bi hunera baleyê re mijûl bû. Ji lewma jî di karên wê de dans û tevger her li pêş in û ew resmên helbestkî diafirîne.

Kyli Sparre hunermend û mamosteyeke Fînî ye. Lê ew li Tallînn a Estonyayê dijî. Di kar û xebatên xwe de bi teknîkên dijîtal dadikeve lê ew rêûresmên şêwekariyê yên heyî jî navêje aliyekî. Ew weke îllûstrator û sêwirînerê grafîkan jî dixebite û şêwazeke resen ji bo karên xwe yên hunerî dîtiye. Nexasim jî xabatên wê yên surrealîst pirr balkêş in. Ew bi van berhemên xwe me di nav xewn û xeyalan de digerîne. Ew ji mîtolojî, çîrokên periyan û xwezayê îlham digire û di hemû berhemên wê de ev yek xuya ye. Ew bi hurgilî û dîtbariyeke xweşik kompozisyonên tevlîhev ava dike. 

Kyli Sparre serê ewil bi rêya dijîtalê behemên xwe boyax dike. Ew bi saya dijîtalê paşxaneyeke afirîner ji berhemên xwe re ava dike û paşê jî bi destan karê xwe didomîne. Yanî di navbera dijîtal û rêûresmên kevn ên şêwekariyê de kombînasyonekê çêdike û bi vî awayî stîleke nûjen diafirîne. Her wiha ew bi saya vê kombînasyonê tevînek û kûrahiyeke bêhempa jî ava dike û karên wê bêhtir balkêştir dibin.

Ruhê helbestkî yê dans û tevgerê

Fîgûrên Kyli Sparre ku di berhêmên xwe de bikartîne axlebî jin in. Têkiliyeke wê ya kûr bi dansê re jî heye û tesîra vê yekê di îmajên ku diafirîne de derdikeve holê. Beriya ku bi karê fotografan dakeve ew balerîn bûye yanî bi hunera bale re mijîl bûye. Paşê xwe di sêwirandina fotografan de jêhatîtir dîtiye û dest bi sêwirandin û manipûlasyona fotografan kiriye. Hema bêje di hemû berhemên wê de tevgerek heye û bedena insan pirr xweşik bikartîne. Ew di her berhemeke xwe de tiştekî rave dike lê hema wisa yekcar naxe çavê me û bi sembol û metaforan vî tiştî pêk tîne. Gelek berhemên wê jî hene ku bexwtewariyekê bi mirov re çêdiken û gava mirov li wan dinihêre aramî li mirov peyda dibe. Her wiha ruhekî helbestî jî di van xebatên wê de heye. Çavdêriyên wê yên di nav jiyanê de dikin ku berhemên xweşik û sembolîk biafirîne. Hêza berhemên wê hinek jî ji ber van çavdêriyên wê yên baş in.

Behsa derfetên dijîtal dike

Gelek ji van karên Kyli Sparre li galerî û pêşangehan hatine nîşandan. Di sala 2014’an de “Xelata Fotografên Sony a Dinyayê” jî wergirtiye.  Her wiha wê ji bo romanên fantastîk jî gelek berg û îllûstrasyon sêwirandine. Lê ji xeynî van karan ew mamosteyek e. Ew zanîna xwe ya di vî warî de bi şagirt û hunermendan re parve dike. Wekî din di derbarê bikaranîna amûr û tenkînên dijîtal de konferansan jî pêk tîne û nîşan dide divê ev teknîk çawa werin bikaranîn da ku tesîrekê li ser bîner ava bikin. Nexasim jî li dibistanên hunerî û zanîngehan beşdarî bernameyan dibe û behsa derfetên dijîtal dike.

Bîneran derdixe rêwîtiyekê

Kyli Sparre di bi van kar û xebatên xwe yên hunerî di navbera hunera dijîtal û teknîkên berê yên şêwekariyê de pirekê ava dike. Bîneran jî derdixe rêwîtiyekê û dixwaze ew bidin pey xeyalên xwe. Ew vî tiştî bi dîtbariyeke bêhempa dike. Ew bi van berhemên xwe nîşan dide bê ka derfetên teknolojiyê afirîneriya insanan çawa pêş dixin. Her wiha derfetên dijîtal îfdeyeke bê sînor jî ava dike û nimûneyên Kyli Sparre yên di vî warî de nîşaneya vî tiştî ne. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.