Dagirkerî qebûl nakin

Pêncşem 7 Cotmeh 2021 - 01:39

  • Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl bal kişand ser girîngiya bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û destnîşan kir ku karên siyasî, rêxistin û leşkerî divê hemû ji bo vê yekê bêne kirin. 

Piştî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bi 21 salan, dewleta Tirk 9’ê Cotmeha 2019’an êriş bir ser Serêkaniyê û Girê Spî. Heman hêzên ku di komploya navbera salên 1998-1999’an de cih girtin, careke din ketin dewrê û êriş birin ser îradeya azadiyê ya Kurdan. Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl derheqa dagirkeriya Tirk de ji ANF’ê re peyivî.

Aldar Xelîl got, dagirkeriya li Sûriyeyê divê bi giştî bi dawî bibe û wiha axivî: ‘’Em li dijî her cûreyên dagirkeriyê ne. Li parçeyên din ên Kurdistanê jî heta li welatên din jî. Çênabe dewletek wexta hêza wê hebe bê û welatekî din dagir bike. Lê dewleta Tirk ne tenê dagirkeriyeke leşkerî û siyasî pêk tîne. Dewleta Tirk herêmên ku dagir dike, guhertinên demografîk lê dike, miletên herêmê ji wan herêman derdixe, miletên din tîne li wan herêman bi cih dike. Heta asta miletan jî derbas dike, komên çete li ku hebin, wan tînin van herêman. Yanî nasnameya herêman dide guhertin, xwezaya wê dide guhertin. Yanî şêwazekî dagirkeriyê ku di dîroka mirovahiyê de weke wê nehatiye dîtin. Bêguman her kes, bi taybet dema em behsa Sûriyeyê bikin her kesê ku dixwaze yekîtiya Sûriyeyê biparêze, serweriya Sûriyeyê biparêze, ev gel bi rengekî azad bijî her kes li dijî vê dagirkeriyê disekine. Ev dagirkerî nayê qebûlkirin. Bi taybetî dema tu bê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, hêzên heyî yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, hem yên parastinê hem yên siyasî, her kes û gelên wê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî dagirkeriyê ne û nepêkane ku vê dagirkeriyê qebûl bikin û bêdeng bimînin. Ji xwe niha xebat û çalakiyên cûrbecûr li dijî vê dagirkeriyê pêk tên. Lê belê têkoşîn û armanc ev e; dagirkerî ji vê xakê derkeve. Di serî de ji Efrînê, paşê Girê Spî û Serêkaniyê her wiha Cerablûs, Ezaz û Bab jî divê dagirkeriya Tirk ji xaka me derkeve. Û divê ji Başûrê Kurdistanê jî derkeve. Yanî dewleta Tirk li kîjan deverê dagirkerî kiribe divê ji wir derkeve û hemû têkoşîna dîplomasî, siyasî, civakî, rêxistinî, leşkerî wê ji bo vê be. Û ji bo vê tê xebitandin.’’

‘Rejîm êdî ne bi îradeya xwe ye’

Her wiha Aldar Xelîl pirsa ‘’Rêveberiya Şamê çima li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk nikare helwestê nîşan bide?’’ wiha berisvan: ‘’ Rejîma Sûriyeyê bi taybetî di dema Beşar Esed de Sûriye bûye xwedî rejîmeke lawaz. Weke dewlet jî ne dewleteke ku tam li ser xwe ye. Di nava aloziyên gelekî mezin de ye, bandora biryara vê rejîmê û hewldanên wê ji bo parastina serweriya Sûriyeyê pir lawaz in. Ev rewşeke girêdayî rewşa hûndirê Sûriyeyê ye. Rewşa ku rejîm tê de ye, parçebûna li nava Sûriyeyê, aloziya li Sûriyeyê heta radeyekê dide diyarkirin ku rejîma Sûriyeyê êdî ne bi îradeya xwe ye. Gihîştiye astekê ku nema dikare êdî herêmên Sûriyeyê hebûna xwe nîşan bide. Pêwîstiya wê jî bi guhertinekê heye. Pêwîste destûra Sûriyeyê were guhertin, pêwîste nêzîkatiya rejîmê ya li pêkhateyan bê guhertin, pergala demokratîk li Sûriyeyê pêk were, Sûriye bibe Sûriyeya hemû pêkhateyan.

Ji ber ku rejîm van tiştan nake alozî hene. Şoreşek li dijî vê rabû, milet li dijî vê rabû. Niha di rewşeke welê de ye ku ji aliyê aborî ve şikestiye, ji aliyê siyasî ve bêprestîj maye, bêbandor maye. Ji aliyê pergala rêveberiyê de nikare hemû devera Sûriyeyê bi rê ve bibe. Ev jî dihêle ku li hemberî hêzên derve her tim di rewşeke lawaz de be. Bi taybetî li hemberî dewleta Tirk. Ew gihîştiye asteke welê nema dikare li hemberî dewleta Tirk helwestekê deyne. Ew helwestekê deyne, dewleta Tirk bi rêya Idlibê zextê lê dike. Bi rêya van komên bi navê muxalefetê zextê lê dike. Heta wê tehdît dike bi derdora Şamê, Xuta û deverên din, Heleb, Hûms, Deraa û deverên din. Yanî dewleta Tirk ne tenê dagirkeriyê dike. Êdî rejîma Sûriyeyê bêbandor kiriye. Gihiştiye astekê ku dema rejîma Sûriyeyê tiştekî bêje, dewleta Tirk lê guhdar nake û wê cidî jî nagire. Ji ber ku lawaz ketiye nema dikare helwesteke cidî li hemberî vê dagirkeriyê bide diyarkirin. Tevî ku di civînên fermî de yên Neteweyên Yekbûyî, deverên pêwendîdar re carna bi navê hikumeta Sûriyeyê hin daxuyanî derketin, daxwaz dikin ku dagirkerî derkeve. Lê dibêje bila dagirkerî derkeve, ew bi xwe li nava Sûriyeyê ne serwer e, bi xwe lawaz e. Ji bo wê rejîm niha di rewşeke lawaz de ye.’’

Dagirkerî Tirkiyeyê dixe nava rewşên hîn aloztir

Aldar Xelî got, destwerdana Erdogan li nava Sûriyeyê ne ji bo berjerwendiya Tirkiyeyê ye jî wiha pê de çû: ‘’Berevajî wê, Tirkiye dikeve nava pirsgirêkan ku bi sedê salan nikare jê rizgar bibe. Ev yek bandorê li aborî, siyaseta Tirkiyeyê dike, dihêle ku pêkhateyên van herêman ji Ereb, Kurd û her kes li hemberî dewleta Tirk bibin xwedî helwest, wê qebûl nekin. Dewleta Tirk bila wisa nefikire, weke ku Erdogan tê van herêman ji bo wan dagir dike, weke ku wê ji bo berjewendiya wan be. Ne wisa ye.

Berevajî vê ev yek Tirkiyeyê dixe nava rewşên hîn aloztir, bi taybetî di salên pêşiya me de wê encamên wê yên neyînî li ser Tirkiyeyê diyar bibe.

Ji bo gelên Sûriyeyê jî; pêwîstiya Sûriyeyê bi pergaleke demokratîk heye. Pêwîstiya wê bi nivîsandina destûreke nû heye. Em tev weke pêkhateyên gelên nava Sûriyeyê erkdar in ku Sûriyeya xwe ji nû ve ava bikin. Bila mafên Kurdan jî hebe, bila mafên Suryanî û Asûriyan jî hebe, bila mafên Durziyan jî hebe, bila mafên Sûniyan û Elewiyan hebe. Hemû kesên li Sûriyeyê xwedî wî mafî bin ku xwe îfade bikin û bi rengekî azad bijîn. Eger em wisa bikin em ê Sûriyeyeke nû û demokratîk ava bikin. Eger em li ser pirsgirêkên berê yên rejîmê bimînin, wê demê wê yekîtiya gelên Sûriyeyê jî parçe bibe. Ev parçekirin jî nakeve berjewendiya gelên Sûriyeyê. Dikeve berjewendiya rejîmên desthilatdar. Gelên Sûriyeyê tev erkdar in ku em bi hev re vê yekîtiya xwe çêbikin û bi pêş bixin. Hevdu qebûl bikin, mafên her kesî di nava xwe de qebûl bikin û bi hev re Sûriyeyeke yekgirtî û demokratîk damezrîne û biparêzin û xwedî lê derkevin.’’ 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.