Dagirkerên me jî hene!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 24 Cotmeh 2023 - 00:15

  • Sînema yek ji hunerên herî berbelav e li cîhanê. Lê hişmendiya bavsalarî ya di sînemayê de ti carî bi dawî nebûye. Berrî Shemdîn weke sînemavaneke jin dide zanîn ku ji xeynî pirsgirêkên heyî yên sînemayê ew şerê hişmendiya dagirker jî dikin!

MIHEME PORGEBOL

Di serdema me de êdî kes pêdiviya bi azadiya jinê înkar nake. Ev yek carna wek pêdiviyeke civakî, carna wek serketina têkoşîna jinan a li cîhanê, carna jî ji bo lêkirina asteke din a bindestiyê tê ziman. Her çiqas pêdiviya azadiya jinan ji aliyê herkesi ve were qebûlkirin jî jin tim bindest in û di her warê jiyanê de bi astengiyên ne ji rêzê re rû bi rû dimînin. Rê li ber wan tên girtin, rastî zext û şidetê tên û xelk bi awirên xwe tim dixwazin wan bitirsînin. Jin li ku derê be û bi çi karî re mijûl be jî ev rewş naguhere. Di nav jiyana rojane de, li malê, li derve, li dibistan û kargehan, di nav polîtikayê de, di akademiyê de; bi giştî di nav civakê de rewş eynî ye. Di warê huner de jî ev wisa ye. Jixwe sînema… ew li ser newekheviya jin û mêr hatiye avakirin. Vêca heger hunermend hem jin û hem jî ji civakeke bindest be zehmetî zêdetir dibin. Me jî li ser vê meselê pirsen xwe ji lîstikvan û sînemavana Kurd Berrî Shemdîn kirin û guh da wê, bê ka di sînemayê de çi tê serê jinan û nexasim jî jinên Kurd çawa tevdigerin. 

Di warê sînemayê de rewşa jinan çi ye Berrî?

Di nav vê dinyaya bavsalarî ya serdest de rewşa me jinan helbet ne xweş e. Tew rewşa sînemavanên jin ên Kurd ji yên miletên din yên cîhanê xirabtir e. Bifikire di sînemaya cîhanê de xelata herî navdar Oscar e. Encax 93 salan piştî xelata ewilî, di sala 2010’an de derhênereke jin karibûye vê xelatê wergire. 93 sal. Qaşo Ewrûpa û Emerîka mafê jinan bi qanûnan diparêzin. Qaşo pêşbîn in, qaşo modern in û insanên vê demê ne. Mixabin di mijarên din de çiqas pêşbîn bin jî hişmendî dîsa hişmendiya bavsalarî ye. Bifikire jinên spî ango serdest jî nikarin xwe di sînemayê de bibînin. Hunermend qaşo xwedî hîs in, li ser hemû zindiyan hesas in û qaşo derdê wan ê guhertina vê rewşê heye. Bavsalarî durû ye. Hunermend be jî, akademîsyen be jî, zana be jî, karker be jî hişmendî naguhere.

Lê jinên Kurd?

Rewşa me, yanî rewşa jinên Kurd ne tenê mêrsalarî ye. Ê me dagirkêrên me jî hene. Ger em xelkên bindest bidin ber hev jî dîsa yê xelkê mêhtingêrên wan dewletek e û ew dewlet jî êdî li dûr, wan bi rê ve dibe. Lê yên me çar dewletên kolonyalîst hene û li çar parçeyan derbê li me dixin. Em bi wan re dijîn. Yanî rastiya li Kurdistanê ji ya welat û xelkên din cudatir e. Em nikarin bi rêbazên heyî wê terîf bikin. Gava mirov rewşa sînemavanên jin binirxîne divê mirov van rastiyan bibîne û li gora vê yekê şiroveyekê bike.

Tu dikarî vê rewşê bi nimûneyan berfirehtir bikî?

Weke nimûne em dikarin li filmê yekem ê sinemaya Kurdî, li Zarê binihêrin. Sal 1926. Em li rewşa Kurdistanê ya wê salê mêze bikin, em nikarin rewşê mîna rewşa dewletekê binirxînin û şirove bikin. Ji ber ku wê salê li Elegezê di vê filmê de jinên Kurd dilîstin lê li Bakurê Kurdistanê jî komkujiya Şêx Saîd hebû. Jinên Kurd dihatin kuştin û sirgûnkirin. Nimûneyeke din; Filmê bi navê “Kîso jî Difirin” ê Qûbadî ye. Behsa zarokan dike yên ku di nav şer de mezin dibin. Zarokên Kurdên bindest û feqîr in. Di heman demê de Sedam li Başûrê Kurdistanê qirra Kurdan anîbû. Şerekî mezin qewimî û tam di sala çêkirina filmî de Başûr bû xwedî statu. Yanî bindestiya dîrokî ya Kurdan wext û zemanê Kurdan jî parçe kiriye. Ev bindestiyeke pirr kûr e. Ji ber vê, nikarim tiştekî spesîfîk li ser vê meseleyê bibêjim. Mesele dirêj e lê bi kurtasî dikarim li ser ferqa jinên Kurd û yên cîhanê bibêjim: Em bi berxwedanê baş zanin. Baş û xweş li ber xwe didin. Ev berxwedana me him li dijî dagirkerên Kurdistanê ye him jî li dijî zêhniyeta bavsalariya mêrên Kurd e. 

Çi li pişt kamerayê û çi jî li pêş kamerayê jinên Kurd pirsgirêkên çawa dijîn?

Niha em bere kameraya xwe bidin nav mala xwe, yanî Kurdistanê. Mêr nahêlin! Belê ên herî welatparêz, ên herî întellektûel, ên herî zana jî nahêlin çalakiyên jinan pêk werin. Em wek jinên Kurd nabêjin “rê ji me re vekin” lê em dibêjin “ji me re nebin asteng.” Îro karê navmalî, berpirsiyariya malbatê, zarokan û heta ya civakê tev li pişta jinên Kurd e. Di nav van zehmetiyan de ji xwe re derfetek çêbike û di warê huner û sînemayê de cih bigire jî, mêr hêza wê dişkîne. Jinên hunermend piçûk dibîne, naecibîne, nezan dibine û nahêle jin li wê qadê bimîne yan jî xwe pêş bixe. Gelek caran di setên filman de û her wiha li ber kamerayê jî ez bûme şahidê vî tiştî.

Hejmara jinan him hindik e û him jî jixwe barê vê qadê pir giran e. Di ser de mêr rakirina vî barî zehmettir dike ji bo jinê. Ez li ser lîstikvaniyê dikarim van tiştan bibêjim.

Di berhemên sînemayê de jina Kurd çawa tê nîşandan an jî xuyakirin?

 Min got Kurdistan naşibe welatek din. Tu zanî, serdest bindestan tim reş dikin. Serdestên me jî ji me re dibêjin jinên Kurd nexweşik in, nezan in, cahil in... Îca mêrên Kurd jî bixwe vê baweriyê mîna hişekî kolonyalîst di filmên xwe de jî didin der. Bi wî hişê serdest li jinên Kurd dinihêrin. Bi kurtasî bibêjim; fotograf di sinemayê de pirr girîng e. Mînak, bersiva ‘rengê Kurdan çawa ye? Zerik e, sorik e, reşik e, çav şîn e, çav reş e, poz mezin e, poz piçûk e?” bi fotograf tê ravekirin. Îca di vê çarçoveyê de derhênerek çawa dikare ji Kurdekî re bibêje “tu naşibî Kurdan?” Kurdek çawa naşibe Kurdan? Kurd dişibe kê? Dişibe reşikan? Yanî hişê wan bûye mîna hişê Tirkan lê haya wan jê tine. Li Kurdistanê di her tîpolojiyê de mêr û jin hene. Tu nikarî ji bo jinan tenê tîpolojiyekê ferz bikî. Ji xeynî vê jî; ew tîpolojiya ku ji jinan tê xwestin jî ji aliyê serdestan ve hatiye diyar kirin. Mesele xweşikiya fîzîkî nîne, mesele hişmendî bi xwe ye. Tenê tiştek di vê mijarê de li zora min diçe. Kurdek bi fîzîkî çawa naşibe Kurdan? Yanî jinek dibe ku asîmîle bûbe, dibe ku jiyaneke Ewrûpayî bijî, lê ew jin bi rû, çav, poz û hemû fîzîka xwe wek Kurdekî di nav jiyanê de tevdigere. Îca mêrek Kurd ji te re dibêje tu naşîbî Kurdan. Ji vê mezintir hakaret tine ji bo min. Ev self-oryantalîzm e û bi vê hişmendiyê tu nikarî hunerekî xweser ava bikî.

Em van pirsgirêk û sedeman hemûyan bidin aliyekî û bipirsin; Heger çalakiyên jinan di warê sînema û hunerê de zêdetir bibin dê guhertineke bi çi rengî pêk were?

Li ser tecrûbeyên xwe dibêjim, bi rastî jî dema jin dadikevin meydana huner her tişt diguhere. Ez bi derhênerên mêr re jî û bi yên jin re jî xebitîm. Jin zêdetir bi sebr in. Fêhm dike ku lîstikvana jin li çi difikire. Derhênerên jin bi lîstikvanan re qise dikin, dikarin derde xwe bînin ziman. Ne mîna mêran in. Nizanim çima derhênerên mêr bi “nehênî” tevdigerin. Di şanoyê de jî, di sînemayê de jî derhênerê mêr hewce nabîne ku fikrên xwe parve bike yan bide ber nîqaş û rexneyan. Ji ber ku li gorî wan ew bêjin jî jin fêhm nakin. Heta niha wek hunermend û lîstikvanekê tiştek wisa nehatiye serê min. Heta niha derhênerekî mêr li hember min bi vî awayi tevnegeriya. Belkî jî ji min ditirsin [Dikene]. Lê dîsa jî gelek caran min şahidiya vê yekê kiriye ku derhênerê mêr diyalog û tiştên bi vî rengî bi lîstikvanên jin re parve nake û karê wan hêsantir nake. Derhêner nabêjin bê ka ew çi dixwazin. Wek talîmatek dibêje “vê bikê, wisa bike.” Li pişt setê jî, di nav hevalan de jî, di sohbeteke ji rêzê de jî vê dikin: “mansplaining”. Yanî bi her awayî jinan piçûk dibînin û hişmendiya xwe li ser jinê ferz dikin.

Tu li ser çareseriya van pirsgirêkan û rêya azadbûna ji serdestiya mêrsalarî çi difikirî?

Mêr bi her awayî hatine teşhîrkirin. Ji bo vê yekê mirov dikare bi sedan têgeh û nimûneyan nîşan bide. Ya herî baş jî ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve hatiye kirin. Perspektîfa jineolojiyê ji me re rêyekê vedike. Ew rê ji me re dibêje, bi çavên xwe li xwe mêze bikin, ne bi çavên kesên din. Ji ber ku femînîzma spî têra me nake. Analîzên wan ên bi qîmet hene lê ji bo rewşa me jinên Kurd û Kurdistanê kêm dimînin. Hunermendên jin ên Kurd û mêrên Kurd jî ger bi çavên xwe li xwe mêze bikin, pirsgirêk çareser dibe. Bi vî awayî em dikarin di nav aştî û aramiyê de bijîn. Her wiha azadiya me û ya Kurdistanê jî di vê nêzîkatiyê de veşartî ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.