Dagirkerek û 2 çeper tine bûn

În 13 Îlon 2024 - 03:05

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin, 4 jî birîndar bûn. 2 çeper hatin tinekirin, droneyeke hate xistin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

10'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

10'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

10'ê Îlonê li hemberî dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bibin, bi çekên giran çalakî hate kirin. Di çalakiyê de çeperek hate îmhakirin û 3 dagirker birîndar bûn.

10'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

10'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

11'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hat xistin. Liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

11'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê li hemberî dagirkerên ku dixwestin bi teqemeniyên qedexekirî bombeyan li tunelên me yên şer bibarînin, bi sabotajê çalakî hate kirin.

Li Herêma Xakurkê

10'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin 2 caran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çeperek hate îmhakirin.

11'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Metînayê

10'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê droneyek hate xistin.

10'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Li Herêma Heftanînê

1'ê Îlonê li qada Xantûrê li dijî dagirkerên hewl didan daran bibirin bi çekên giran çalakî hate kirin. Di encamê de dagirkerek birîndar bû. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

10, 11'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê tunelên me 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

10, 11 û 12'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf, Sinînê, Girê Qele, Lolan, Berbizinê, Girê Mesken, Kendekola 13 caran, li Herêma Garê qadên Deşta Kafya, Girê 5 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Serê Metîna, Şêlazê 4 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 6 caran; bi giştî 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10, 11'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Sinînê, Lolanê 3 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî 3 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.