Qeyûm şaredariya Geverê ya ser bi Colemêrgê ve dagir kiriye. Lê wî ne tenê şaredarî dagir kiriye: devera heşînahiyê ya li dora navçeyê ya bi navê "Nav darê reysa" bi çop û zibil dagir kiriye. Wî ev dever veguherandiye sergoyekî. Tîmên paqijkirina berfê ên girêdayî Şaredariya Geverê, çile li navenda navçeyê di bin navê paqijkirina berfê de berfa ku kom kiribûn biribûn li qada hêşnahiyê vala kiribûn. Lê piştî ku berf heliya li şûna berfê çop ma, dever jî veguherî sergoyê.
Yanî êdî seyrangeha Geveriyan û cihê lîstika zarokên wan heger neyê paqijkirin, nema.
COLEMÊRG