- Hunermenda Spanyolî Laura Dalla Vecchia, ji bo hunerê xwe nîşanî xelkê bide, dibêje ne hewceye em malzemeyên pirr biha bikarbînin û bi malzemeyên ku li derve bi awayekî hêsan tên dîtin hunerê xwe îcra dike.
Hunermenda Spanyolî Laura Dalla Vecchia, ji bo hunerê xwe nîşanî xelkê bide, dibêje ne hewceye em malzemeyên pirr biha bikarbînin û bi malzemeyên ku li derve bi awayekî hêsan tên dîtin hunerê xwe îcra dike. Ew ji bo malzemeyên xwe yên hunerê bibîne tenê li erdê dinihêre û bi vî awayî tiştên ku ew ê bikarbîne kom dike dibe kargeha xwe.
Laura Dalla Vecchia, li ser pelên hişk ên ku ji daran ketine jêr, çûkên rengo rengo çêdike. Wê heya niha li ser pelên hişk gelek cureyên çûkan çêkiriye û pelên daran yên hişkbûyî wek tuwalê bikartîne.
Ew tenê bi per û pirtikên wan re mijûl nabe her wiha ew li ser pelan sî û ronahiyê jî bi awayekî pisporane çêdike û dike ku çûkên li ser pelên hişk xweşiktir xuya bikin. Her wiha ew bi vî awayî di hunera xwe de kûr dibe û tiştên çêdike ne berhemên ji rêzê ne êdî.
Wê afirîneriya xwe jî li van berhemên xwe zêde kiriye û xelk ji hunerê wê hezdikin.
Ew bi ta û derzî çûkan xêz dike li ser pelên hişk. Bi çend kêlan jî di bin piyên çûkan de darikekî ku çûk li ser disekinin li ser pelan zêde dike. Çawa ku çûk li ser darikekî sekinîbin nîşan dide. Ev hurgiliyên wê û pelên ku ji erdê an jî nav daristanê kom dike hunerê wê balkêştir dike. Ew bi tiştên piçûk û ji rêzê dinyayeke xweşik ava dike. Tenê ji erdê pelên hişk kom dike û nîşan dide ku huner bi vî awayî jî çêdibe.
NAVENDA NÛÇEYAN