• Çûkên Beth Carroll weke ku xwe li ser guliyên daran danîbin, lê di rastiyê de ew ne wisa ne, Carroll bi îlûzyonê dike ku wisa werin xuyakirin

Çûkên Beth Carroll weke ku xwe li ser guliyên daran danîbin, lê di rastiyê de ew ne wisa ne, Carroll bi îlûzyonê dike ku wisa werin xuyakirin. Hunermenda Îrlandayî bi zanebûn van çûkan li derveyî giloverê nîşan dide. Bi vî awayî çûk weke yên jidil tên xuyanê û çawa ku bi awayekî xwezayî wan xwe li ser guliyên darê danîbe, xuya dikin.

Beth Carroll jî wek gelek hunermendan piştî pandemiyê berê xwe daye xwezayê û dema li xwezayê maye, ev fikir pê re çêbûye. Carroll, qumaş, têl û ben ji bo karê xwe bi kar tîne. Her wiha meqesekî wê jî ji bo vî karî heye. Wê gelekî serê xwe bi van çûkan êşandiye û dibeje, destpêkê ez dûvê wan çêdikim, piştî dûvê wan diqede, paşê li dora giloverê ku weke tabloyê bi kar tîne, aliyên din ên çûkan çêdike û di dawiyê de van tabloyên xweşik yên bi reng, derdixe holê.

DUBLIN