CPT’yê xwe deşîfre kir

Çarşem 24 Tîrmeh 2024 - 03:05

  • Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk diyar kir ku daxuyaniyên CPT’ê ji bo ANF kirî, ne li gorî pêşniyar-tespîtên berê û biryara DMME’yê ye û got: Ji bo muwekîlên me qûralên rejîma înfazê ya girankirî jî di nav de, nayên pêkanîn.

CPT’ê derbarê Girtîgeha Girava Îmraliyê û Rêber Abdullah Ocalan, daxuyanî da ajansa ANF’ê û vê yekê deng veda. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk diyar kir ku CPT di helwesta xwe ya berê de bi israr e. Raziye Ozturk anî ziman ku daxuyaniyên CPT’ê weke encameke çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” pêk hat û got:“Helwesta xwe ya ku dema rû bi rû hevdîtinê pê re dikin, domandine. Lê ez difikirim ku eger hatibin wê nuqteyê ku roportajê bidin çapemeniyê, ev yek encama protestoyên li dijî CPT’ê û çalakiyên rûniştinê yên li ber CPT’ê hatine lidarxistin in.” Raziye Ozturk diyar kir ku hatina CPT’ê ya vê astê girîng e, lê atmosfereke welê nîşan dida ku li seranserî girtîgehê muameleya xirab nîne û got: “Hewl didin atmosfereke welê ava bikin ku îdare û personelên girtîgehê ti muameleya xirab li wan nake, tenê qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re heye. Lê ev rewş ne li gorî pêşniyarên berê yên CPT’ê bi xwe, tespîtên wî û biryara DMME’yê ye, yanî ji hevdû nagirin. Ji ber ku tenê helwesta personel a li hemberî muwekîlên me, nabe ku weke muameleya xirab bê nirxandin. Zêdeyî 40 meh in agahî ji muwekîlên me nayê wergirtin. Agahî ji wan negirtin jî, rewşeke dermirovî ye.”

Rewşa li Îmraliyê êşkence ye

Raziye Ozturk anî ziman ku di daxuyaniyên xwe yên berê de digotin, ne li gorî standartên mafên mirovan e, lê belê niha cuda tevdigerin û got:“Berê rewşa li wir weke ‘ne li gorî standartên mafên mirovan’ anîbûn ziman. Em bêjin em ji şert û mercan binirxînin, girtîgeheke giravê ya rejîma înfazê ya girankirî ye, lê ne raste mirov bêje ku ev yek jî tê pêkanîn; divê weke nav mirov bêje di bin rejîma înfazê de ne. Lê ne xwedî mafên di nava rejîma înfazê ya girankirî de jî ne. Di hundirê wê rejîmê de mafê kesan heye bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Nabe ku ev yek were sînodarkirin. Lê belê li girtîgeha giravê ya Îmraliyê, yek ji van jî nayê pêkanîn. Rewş bi vî rengî ye, eşkere ye ku ev êşkence ye, ne tenê muameleya xirab e. Rejîma înfazê ya girankirî weke êşkence diyar kiribûn. Yanî dijberê Maddeya 3’yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Li vir rewşeke ji wê hîn wêdetir heye.”

Parêzer Raziye Ozturk ragihand ku êşkenceya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan hemû civaka Kurd bandor dike û got:“Em dibêjin ku peywendiya muwekîlên me ya bi cîhana derve re, bi temamî hatiye qutkirin. Dîsa bi heman rengî gelê Kurd, malbat û muxatab têkildarî vê yekê mexdûr bûne. Lê ji ber pozîsyona birêz Ocalan û wesfê lîdertiyê, hemû civaka Kurd ji vê yekê bandor dibe.”

CPT cotstandartiyê dike

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk ev tişt li axaftinên xwe zêde kir:“Me gelek caran rewşek aniye ziman. Belê, dibe li gorî proseduran ev wiha be. Lê hikûmeta Tirkiyeyê bi israr pêşniyar û erêkirinên CPT’ê pêk nayne. Di rapora sala 2019’an de hatibû diyarkirin ku hevdîtinên bi parêzeran re ne bi rêkûpêk in, lewma divê bi periyodên rêkûpêk bên pêkanîn. Lê di vê qonaxê de em dibînin ku, ev yek pêk nehatiye. Rewşeke hîn kûrtir û xirabtir heye. Lewma eger hikûmeta Tirkiyeyê guh nede pêşniyaran, CPT dikare prosedurekê bide destpêkirin. Lê vê yekê nake. Mîna ku li vir ti madde nînin, wisa tevdigere. Lê biryara Azerbaycanê, car din nîşanî me dide ku CPT li hemberî hikûmeta Tirkiyeyê xwedî nêzîkatiyeke cotstandart e û bi vî rengî xwe deşîfre dike.” Raziye Ozturk destnîşan kir ku di sala 2025’an de CPT’ê wê serdana welatan bike, lê Tirkiye di nav van welatan de nîne û got:“Mixabin tevî hemû pêkanîn xirab, em dibînin ku CPT hewl dide Îmraliyê ji nedîtî ve were.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.