Li navçeya Şarezûr a ser bi Silêmaniyê cotkaran dest bi çinîna tiriyê xwe kiriye. Cotkar li nava rezên xwe de dest bi çêkirina doşava tirî (dims) kirine. Cotyar piraniya doşava xwe ji ya tiriyê reş çêdikin û diyar dikin doşava tiryê reş bi tamtire.

Salane di destpêka payîzê de li Başûrê Kurdistanê tirî tam çêdibe. Cotkar ji bilî ku beşeke berhemê xwe li bazaran difiroşin, beşekê jî li nava rezên xwe de dikin doşav û ji bo xwarina zivistanê amade dikin.

Her çiqas çêkirina doşava tirî zêdetir wek karê jinan tê zanîn, lê ji ber jinan nexwestina wan a li ber kamerayê li ser karê çêkirina doşavê baxivin. Piştî westanek zêde doşava xwe çêkirin û ji bo bikaranînê amadekirin.

Divê hikûmet destxweşiyê li me bike

Şewket Hacî Mehmud cotyarekî gundê Tepetuleke yê deşta Şarezûr e. Îsal berhemê rezê wan yê tirî baş çêbûye. Şewket li nava rezê xwe de li gel hevjîna xwe quşxaneyeke mezin ji bo çêkirina doşavê li ser agir daniye: “Em destpêkê tirî diçinîn, piştre guşiyên wan jê dikin û tiriyê xirabûyî ji nav derdixin. Piştre dişon û dixin nava quşxaneyeke mezin û dadinîn ser agir. Nêzî 10 saetan li ser agir dimîne dikele heta doşav çêdibe.”

Şewket Hacî diyarkir ku doşava herî xirab a xwemalî gelek ji doşava ji derve de tê paqijtir û baştir e. Ew zêdetir tiriyê reş dikin doşav, ji ber ku tama wê xweştir e.

Şewket Hacî diyarkir ku ji piştî meha Îlonê û şûnde dema çêkirina doşava tiriye û got:“Diviya bû hikûmetê destxweşî û alîkarî li wan kesên ku berhemên xwemalî çêdikin bikira. Da ku xelkên gundan koçî bajaran nekirana û gund ava bimana.”

Di dawiyê de jî Şewket Hacî Mehmud got:“Ji zarokatî de xwesteka min li ser xwarinên Kurdewarî heye. Hemû derman in, doşava tirî li gel runê Kurdî de tê xwarin. Di çêkirina tirşiyê de jî tê bikaranîn.”

ROJNEWS/ŞAREZÛR