Cotkar ji hikûmetê ne razî ne

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 9 Îlon 2023 - 00:30

Devera Pênciwên ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ji bo çandiniyê xwediyê axek bi bereket û çavkaniyek girîng ya avê ye. Lewra bûye sedem ku ev dever bibe çavkaniya sereke ji bo tejîkirina bazaran ji berhemên cûr bi cûr yên havînê. Ji ber zêdeyî ya berhemên çandiniyê yên deverê pêwîstî bi bazereke hîn mezintir heye ku cotkar karibin berhemên xwe lê bifiroşin. Lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derfeteke wiha çênekiriye ku cotkar bikaribin li navxweyê herêmê bifiroşin. Lewra beşekê mezin ê van berheman ji bo firotinê ji navîn û başûrê Iraqê tê şandin.

Em ê xwepêşandanê bikin

Piştîwan Mihemed cotkarek yê deşta Pênciwênê ye û girêdayî keda xwe ya werzekê û bi zerer firotina berhemên xwe, axivî û got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê tu tiştekê xêrê ji bo cotkarên devera Pênciwênê nekiriye. Berhemeke mezin û gelek yê çandiniyê li devera Pênciwênê heye. Lê mixabin bazarek wisa nîne ku ev berheme lê bê firotin. Eger deriyên sînor li hatina berhemên derve bê vekirin weke her carê wê cotkarên navxweyî yên herêmê zererek mezin bikin.”

Rêbaz Selah jî cotkarekê din yê devera Pênciwênê ye dibêje ew her sal serê meha Îlonê ji aliyê hikûmetê ve bi pirsgirêkan re tên rû bi rû kirin û got; “Pirsgirêk me ji xemsariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Ji ber xatira Îran û Tirkiyeyê deriyan vedikin. Eger ev pirsgirêka me neyê çareserkirin, em ê xwepêşandaneke mezin lidar bixin.”

Keywan Hesen jî weke cotkarek yê devera Pênciwênê gilî û gazindên xwe bi van gotinan tîne ziman; “Sala 2012’ê biryar hate dayîn ku kargehek ya bacanên sor li Pênciwênê bê çêkirin. Lê heta niha jî ew kargeh nehat çêkirin. Eger bihata çêkirin wê ji bo cotkaran gelek baş dibû, ji ber ku wê cotkaran bacanên xwe bifirotana kargehê.”

ROJNEWS/PENCIWÊN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.