Coşa pêngava îmzeyan
Sêşem 20 Sibat 2024 - 00:24
Li navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê di çarçoveya kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, îmze têne komkirin. Li Til Temirê ku Kurd, Ereb, Asur û Sûryan lê dijîn, Komîteya Însiyatafa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyan kom dike da ku ji Parlementoya Ewrûpayê re werin şandin.
Bi dehan şêniyên navçeyê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan, li taxa Hemrayê kom bûn û îmze avêtin.
Ji endamên komîteyên komkirina îmzeyan Ehmed Heyd diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya Kurd, Ereb, Sûryan û Asûran e û got:"Rêbertî bi fikr û îdeolojiya xwe nûnertiya me dike. Rêbertî hêviya me ya azadiyê ye. Ev kampanya girêdana me ya bi Rêbertî re nîşan dide. Rêbertî ji bo gelên herêmê kilîta aştî û çareseriyê ye. Em soz didin em ê şopdarên xeta wî bin, em ê têkoşînê bidomînin ta ji girtîgeha Îmraliyê azad bibe." Li navçeyê eleqeyeke zêde ji bo kampanyayê heye.
ANHA/HESEKÊ