Çopa li çemê Botanê jehrê belav dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 25 Cotmeh 2023 - 00:01

ZELAL TUNÇ / JINNEWS / WAN

Li navçeya Şaxa Wanê Çemê Botanê bi rengê xwe mirovan matmayî dihêle. Lê ji ber şaredariya AKP’yî çopê li dora çem vala dike, ekosîstem zirarek mezin dibîne. 5 kîlometre dûrî navçeyê, li tenişta riya diçe Berwariya Sêrtê, çopa malan, plastîk, sewalên mirî, bêhneke mezin li derdorê belav dike û bi bandora ba re dikevin nav çem. Her der veguheriye sergoyê û ji nav wê jî dûman hiltê. Hat hînbûn ku şaredarî ev du sal in vir weke qada çopê bi kar tîne. Hat diyarkirin ku ava çem weke ava vexwarinê jî tê bikaranîn û ji ber çop tevlî avê dibe jiyana zindiyan tehdît dike. Çopa di navbera çem û rê de ye li tekerên wesayîtên ku derbas dibin digere û li qadek dirêj belav dibin.

Li aliyê din di dema HDP’ê de bi piştgiriya Yekitiya Ewropayê (YE) li ser riya Westan û Qelqelî ya Wanê di 2021’ê de ‘Tesîsa Beralîkirina Bermahiyên Hişk a Entegreyê’ hat avakirin û biryar hat girtin ku çopê li vê tesîsê vala bikin. Tevî vê biryarê şaredariya AKP’ê çopê li wir vala nake. Qeyûm çopa xwe li çemê Botanê vala dike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.