‘Çiyayê Girtî’ ya Çomak derket

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 21 Cotmeh 2023 - 00:05

Helbestavanê Kurd Îlhan Samî Çomak ku ev 29 sal in di hepsê de ye pirtûkeke helbestan a bi navê “Çiyayê Girtî” çap kir. Pirtûka ku ji 72 rûpelan pêk tê ji Weşanxaneya Dara derketiye. Her wiha nivîskar û helbestvan Selîm Temo jî edîtoriya pirtûkê kiriye. 

Îlhan Samî Çomak ku beriya niha helbestên bi Tirkî dinivîsî vê carê xem û keserên xwe bi Kurdî rave kiriye ango nivîsandine. 

Di pirtûkê de bi giştî 16 helbest hene û pirtûk ji du beşan pêk tê. Navê beşekê “Dorpêç” û navê beşa din jî “Bo te” ye. 

Îlhan Samî Çomak 8’ê Adara 1978’an li Kanîreşa Çewlîgê ji dayik bûye. Çomakî li Zanîngeha Stenbolê beşa Coxrafyayê qedandîye. Ew di sala 1994’an hatiye desteserkirin û ev 29 sal in girtî ye. Çamakî bi pirtûkên xwe yên helbestan çend caran hêjayî xelatan jî hatiye dîtin.

Helbesteke piçûk ji pirtûka “Çiyayê Girtî” wiha ye;

Min cureyek nû kifş kir, çarşem
Dengê çeman wenda bûye
Di xeyîdina keçxamayan de
Xwîna bêjeyên nûzayî ziwa bûye
Li ser lêva min
Pençe û qîlên valahîyê razên min perçe dikinE
Qîrîna min olana çîyan li hevalan dixe
Ez ê dengê bilûra xwe bidim devê bilbilan
Û di qelşên latên enîya xwe de
Sosinan avdim

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.