Ciwankariya bi destê jinê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 8 Gulan 2024 - 00:24

Nahîde Elîzade ya ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ku berhemên bi dest çêdike, ji bo nîşandana berhemên xwe berê xwe daye Silêmaniyê û berhemên xwe li mûzexaneya nîştimanî ya Emnesoreke ya Silêmaniyê de nîşan dide. Nahîde Elîzade ev 25 salin karên destan dike û berhemên xwe û jinên din li festîval û cihên giştî nîşan dide. Nahîde Elîzade têkildarî karê got:“Gelek giring e ku bikarim bazarê ji karên destê jinan re peyda bikim. Ji ber ku hin ji wan jinan di mal de nexweşên wan hene û tenê debara wan li ser vî karê ku bi keda destên xwe dike ye.” Karên ku Nahîde û hin jinên din ên Rojhilat çêdikin, çêkirina tiştên ciwankarî yên nava malê ne ku bi rengên cûda dixemilînin:“Yek ji karên min kirî çêkirina cerê ji axê ye. Piştre min ew cer bi morîkan xemilandiye. Em bi westanek zêde ji bo van karan dibînin.” Wê Nahîde Elîzade hefteyek li Silêmanî bimîne û berhemên xwe li muzexaneya nîştimanî ya Emnesoreke ya Silêmaniyê nîşan bide.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.