Ciwanên şair hatin xelatkirin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 31 Gulan 2023 - 02:51

HRRK`ê bi şahiyekê, 4 helbestvanên ku di Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2023`yan de bi ser ketibûn, xelat kirin.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) di 29`ê Adarê de, bi civîneke çapemeniyê encamên pêşbirkê eşkere kiribûn. Ji nava 30 ciwanan, 4 ciwan hêjayî xelatê hatibûn dîtin.

Van her 4 ciwanan pêr êvarê li navenda HRRK`ê ya li Qamişloyê, bi amadebûn partiyên siyasî, rewşenbîr û nivîskaran, dost û hevalên helbestvanên serketî, xelatên xwe wergirtin.

Di pêşbirkê de helbesta 'Ku tu werî' ya helbestvan Ahîn El Omer bûbû yekemîn, helbesta 'Were' ya helbestvan Dilyar Osê bûbû duyemîn, helbesta 'Baskên Kevokê' ya helbestvan Xecê Îsa bûbû sêyemîn, û helbesta `Hîna li vir im` ya helbestvan Mehmûd Misto jî bûbû çaremîn.

Helbestvanên asta yekemîn 500 dolar, asta duyemîn de 300 dolar, asta sêyemîn 200 dolar û ya çaremîn de 100 dolar xelat wergirtin.

Helbestvanan li pêşiya beşdaran berhemên xwe careke din xwendin. Paşê Koma Rojwar, Hunermend Zekeriya Efrîn, Elî Aştî û Ronî stran gotin.

ANHA / QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.