- Ciwanan li Parîsê, li ber avahiya Rêxistina Efûyê ya Navteweyî çalakiya îtaetnekirina sivîl li dar xist.
Ciwanên Kurd ên li Parîsê û banliyoya wê Evryê, ji bo Hakan Arslan ê li Sûrê şehîd bûbû û piştî 7 salan di kîsekî de cenazeyê wî radestî bavê wî kirin, çalakî kirin,
Ciwanan li Parîsê, li ber avahiya Rêxistina Efûyê ya Navteweyî çalakiya îtaetnekirina sivîl li dar xist.
Di çalakiyê de ciwanan bang li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kir da ku li dijî sûcên dermirovî yên dewleta Tirk li Kurdistanê, bêdeng nemîne.
Li banliyoya Parîsê Evryê jî, ji bo Hakan Arslan ê li Sûrê şehîd bûbû û piştî 7 salan di kîsekî de cenazeyê wî radestî bavê wî Alî Riza Arslan kirin, çalakiyek hate lidarxistin.
Di çalakiya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) de, ciwanên Kurd bi hilgirtina pankartê, çalakiya bêdengiyê ya saetek û nîvê li dar xist û zilma dewleta Tirk teşhîr kir. Çalakî bi dirûşmeyên “Hakan Arslan nemir e” û “Tolhildan” bi dawî bû.
Şehîd Hakan Arslan di dema berxwedana xwerêvebeiryê de li navçeya Amedê Sûrê şehîd bûye. Cenazeyê wî piştî 7 salan di hundirê kîsekî de li Dadgeha Amedê 29´ê Tebaxê radestî bavê wî Alî Riza Arslan hatin kirin. Gelek derdoran nerazîbûn nîşanî rêbaza radestkirinê da û rêxistinên hiqûqî jî giliyê berpirsiyaran kir.
PARÎS