Li Bochûmê, ji bo danasîna nirxên “xweşbînî û jiyana hevpar” a di navbera Kurd û Ereban de û ji bo rotayeke înteraktîftir çêbe, civînek hate lidarxistin.
Civîna li bajarê Elmanyayê Bochûmê ji aliyê "Navenda Lêkolînên Kurdî" û "Komeleya Xweşbînî" ve hat organîzekirin.
Li gorî encama dawî, di civîna rewşenbîr, hunermend, rojnamevan û parêzvanên mafên jinan ên Kurd û Ereb de, nîqaş li ser lêkolînên cuda, hêviyên gelan û bendewariya wan, hatin kirin.
Di civînê de bi taybetî pirsgirêkên jinan ên di nava civakên Ereb û Kurd de çavkaniyên hêzê yên hevpar, zehmetiyên civaka Ereb û Kurd ên ku rûbirû dimînin û çareseriya wan hate nîqaşkirin.
Her wiha li ser mijarên weke têkiliya di navbera mafên Kurd-Ereb, ji nêz ve naskirina hev, zanîna hevpar û çarenûsa hevpar hatin axaftin.
Astengiyên li pêşiya diyaloga di navbera gelan de, rê û rêbazên rakirina van astengiyan jî, mijarên nîqaşê bûn.
Perspektîfên têkoşînê yên li dijî polîtîkayên hêzên hegemon ên li hemberî meyla jiyana hevpar a her du gelan, hatin nîqaşkirin.
Di dawiya civînê de hat destnîşankirin ku ev hevdîtina diyalogê tenê wek destpêkekê wê bê nirxandin û pêşniyayên di nîqaşan de jî wek gavên pêşîn wê bên nirxandin.
Civîn bi perspektîfa dewamkirina van gavan ji bo bidestxistina zanyariyên kêrhatî û giring bi rê û rêbazên înteraktîf, temamker û dewlemend di têkiliyên Kurd û Ereban de bi dawî bû.
ANF/BOCHUM