Êrişa li ser QSD'ê êrişa li ser eşîran e
Sêşem 2 Kanûn 2025 - 03:25

Nûnerê eşîra El Sada El Eşraf li Sûriye û Iraqê diyar kir ku her êrişek li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) êrişek li ser eşîran e.
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê demên dawiyê êrişî deverên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, bi taybet li rojhilatê Dêrazorê û deverên gundewarê Heleb û Reqayê. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî bersiv êrişan dan.
Derbarê armanc û encamên van êrişan de, endamê Meclisa Rûspiyên Eşîran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerê eşîra El Sadah El Eşraf li Sûriye û Iraqê Şêx Hesen El Sada, diyar ku ev êriş neheq in, bi taybet di demekê de ku gelê Sûriyeyê daxwaza avakirina dewletek demokratîk û nenavendî dike.
Şêx Hisên El Sada der barê mijarê de got: "Di dema rejîma Baasê de, Sûriyeyê bi dehsalan êşa zulmê, kuştin û koçberiyê kişand. Bi hilweşîna rejîma berê û hatina hikûmeta veguhêz li Şamê, gelê Sûriyeyê bi hêvî bû ku ji komên çekdar xilas bibe û dewletek piralî, demokratîk û nenavendî ku hemî pêkhateyên civaka Sûriyeyê dihewîne, were avakirin. Ev hêvî hîna jî heye, lêbelê li ser erdê hîna pergala komên çekdar heye ku li gorî planên Tirkiyeyê tevdigerin ku armanc dikin ku tevna civakî ya Sûriyeyê parçe bikin, ev tevna ku bi hezaran salan hatiye çêkirin."
Şêx Hisên El Sada li ser êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got: "Hêzên QSD`ê ji aliyê kur û keçên eşirên cuda ve hatine damezrandin, bi armanca parastina gelê Sûriyeyê, avakirina dewletek demokratîk, parastina yekîtîya axa Sûriyeyê û têkbirina çeteyên DAIŞ'ê. Divê hikûmeta veguhêz fêm bike ku êrişkirina van hêzan êrişek li ser eşîr û gelên herêmê ye."
Şêx Hisên El Sada her wiha diyar kir ku êrişên komên girêdayî hikûmeta veguhêz rasterast rê li ber vejîna çeteyên DAIŞ'ê vedikin û destnîşan kir ku DAIŞ niha êrişî deverên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike û ev êriş di dema êrişên çeteyên Tirkiyeyê de pêk tên.
ANHA/QAMIŞLO/RÊNAS REMO















