- Kovara salane ya Fransî ya wêje û hizrê Apulée hejmara xwe ya Heftan ji helbest, wêje, huner û hizrên Kurdan re veqetand. Ew dibêje, “Lê belê hêvî wê bê tevî çavên rohniyê.”
Apulée kovareke salane ya wêje û hizrê ye. Hubert Haddad ev weşan da destpêkirin û hewl da li dinyayê bi awirekî cihê binihêre: nenavendîbûyî, koçer, lêpirser û dûrî awirekî hişk, lê dîsa jî bi giranî li Efrîka û herêma Derya Spî.
Îro roj di komîetay wê ya weşanê de Hubert Haddad weke serredaktor, Yahia Belaskri weke sekreterê redaksiyonê tevî Jean-Marie Blas de Roblès, Ananda Devi, François-Michel Durazzo, Laure Morali, Cécile Oumhani, Catherine Pont-Humbert û Éric Sarner hene.
Hejmarê wê ya îsal, yanî “Le numéro #7” (Hejmara 7´ê) bi wêje, huner p hizra Kurdan daketiye. Ji qewlê edîtoryayê “Ev hejmar diyarî azadiyan” hatiye kirin:
“Mijara vê hejmara 7´an Azadî ne, pirrengiya jiyanê ya ku mane û rûyekî dide yekanebûna konseptê. Meydana vekirî ya ku ji xelkê xwe re derfet û keysa helbestiyê dihêle, yanî azadî îcada mirovan a herî efsûnî û neyê redkirin a mirovan e. Azadî nebin wê berevajî çi be: Em ê êdî di peywend kaotîk ya heyî de hîç pê nehisin ka ya herî xirab li ku ye ya ku em şerê wê bikin.”
Kovar bi her halî bi perspektîfeke helbestî derdikeve û bi israra wê ya nasnameya wê ya Efrîkî jî ew xwe weke projeyeke bûnê dibîne.
Çivîkê bi zimanê birrî dixure
Dosyaya li ser Kurdan bi navê, “L’oiseau qui chante avec la langue coupée, poètes et artistes de la résistance kurde (Çivîkê bi zimanê birrî dixure, şair û hunermendên berxwedana Kurdan)” derçûye. Şaira Fransî Delphine Durand ev hejmar amade kiriye.
Di hejmarê de wê jî nivîsiye: Wê hem nivîsa ku navê xwe daye temamê vê dosyayê nivsisiye û hem jî edîtoriya bi navê L’espoir viendra avec des yeux de lumière (Hêvî wê bi çavên rohniyê bê). Hevpeyvîna wê ya bi Gérard Chaliand re jî bi sernavê Résistance était l’autre nom de la vie (Berxwedan navê din ê jiyanê bû) di hejmarê de cihê xwe digire.
Nazand Begikhani metna xwe ya bi navê Xweda ji bo dayika min nemiriye (Dieu n’est pas mort pour ma mère) ji bo kovarê wergerandiye Fransî.
Azad Ziya Eren jî bi metan L’appel de l’infini (Banga ebediyetê) di hejmarê de ya dilê xwe dibêje. Estelle Amy de la Bretèque weke her carê berê xwe daye lorîkên ji bo zarokan ên Kurdan. Meqaleya wê “Berceuses kurdes en exil” (Lorîkên Kurdî li sirgûnê) bi lorîkên dayik li derveyê Kurdistanê ji zarokên xwe re dibêjin, daketiye.
Helbesta Şêrko Bêkes jî weke J’étanche ma soif avec le feu (Ez tehniya xwe bi agir vedimirînim) hatiye wergerandin.
Stranên gelêrî yêîn Kurdan jî hatine wergerandin, yan jî careke din hatine weşandin, lewma wergera wan a ku berê Roger Lescot û Gérard Chaliand kiribû, weke kitêb hatibû weşandin.
Choman Hardi li ser Kitêbên bavê xwe (Les livres de mon père) nivîsandiye.
Suna Arev dibêje, Elle sentait le brûlé, ma grande sœur (Xwişka min a mezin şewat hîs dikir).
Kovarê heps jî ji bîr nekirine. Bi navê Écrits de prison (Nivîsên ji hepsê) wê cih daye Nûdem Durak a ku ji ber stranên Kurdî gotiye di hepsê de ye. Nivîsa ku navê xwe daye vê dosyayê L’oiseau qui chante avec la langue coupée ya Delphine Durand nivîsa dawî ya hejmarê ye. Wekî din kovarê cih daye wêne û xêzên Zehra Dogan ên bi navê Prison °5 (Hepsa Hejmar 5).
Hêvî wê bi çavên rohniyê were
Di nivîsa edîtoriya vê hejmara kovarê de Delphine Durand helbest û tişta diqewime, rastiya dinyayê ji hev qut nake û dibêje, “Û sala 2019´an, xistina ber lêpirsînê ya projeya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî û talana bi îşteha Enqre, Û Şam, Moskov û Tehranê, derbeke kuştinê li wan xist. Tirkiye hola redkirinê ye. Û şehîdbûna Hevrîn Xelef. Heke wê silametiyek hebe, ew di nava agiurê şerî de ye. Şerê ketine navê bê dawî ye.
Di navbera rabihuriyeke qatil û siberojeke seqetkirî de helbest zaroktiyên wendabûyî dibihure.” Lê ev xem û tariya gotinên wê bi van ristan bi dawî dibe û dike ku em jî vê hejmarê meraq bikin:
Lê belê hêvî wê bê Tevî çavên rohniyê.
PARÎS