Civak hêza guhertinê ye

Duşem 28 Hezîran 2021 - 03:41

  • Zîlan Vejîn diyar dike ku pêkhateyên civakê hev bigirin wê karibin rejîmê biguhertin û got: Bila her kes hefteyekê dest ji kar berde, dakeve qadan, rabe serhildanê, wê hingî rejîm neçar bimîne ku guhertinê bike. 

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn şerê li Kurdistanê, guherîn û veguherînên girîng û hilbijartina dawî ya Serokkomariyê ya li Îranê şirove kir. Zîlan Vejîn diyar kir ku asta guherîn û veguherîna fikrî û civakî ya gelên Îranê di wê astê de ye ku dikare pêşengiyê ji avakirina sîstema demokrasî û sosyalîzmê re bike û got, "Ji her demê bêhtir derfetên xelkê Îranê heye. Eger em karibin bi fikrê azadî, sosyalîzm û demokrasiyê sîstema xwe ya demokratîk û azad ava bikin, hingî em ê karibin şoreşa azadiyê jî bi ser bixînin. Gelên li Îranê di serî de gelê me yê Kurd eger bi rengekî hevpar têbikoşin, bi tecrûbeya xwe ya têkoşîna ji salan em ê teqez bi ser bikevin."

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn bersiv da pirsên Ajansa Firatê û got: “Em di meha Hezîranê de ne û wek tê zanîn ev meh ji bo têkoşîna azadiya gelê me xwedî wate û cihekî taybet e. Di sala 1996’an de Zeyneb Kinacî (Zîlan) li Dersimê û di sala 2006’an de Letîfe Selamet (Zîlan Pepule) li Merîwanê gihîştine mertebeya şehadetê. Em di kesayeta van hevrêyên leheng ên jin de ku rûpeleke nû ya têkoşînê vekirin, şehîdên azadiyê hemûyan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Ev rastiya diyalektîka têkoşîna gelê Kurd bi taybet jî têkoşîna azadiya jinê ye ku her tim hev bandor dike, pêş dixîne û li beramberî desthilatdariya zilam û dagirkeriyê, xwe digihîne asteke hîna bilind û mezintir. 

Hilbijartineke encama wê diyar

Li Îranê di hilbijartina serokkomariyê de ji 60 milyon dengdêran ji nîvê zêdetir hilbijartin baykot kirin. Dengên xwe bikar neanîn. Jixwe dihate zanîn ji namzetan dê Îbrahîm Reîsî were hilbijartin. Ji ber ev kes ji hêla saziya rêbertiyê (Elî Xameneyî) ve hatibû diyarkirin. Di sîstema rêveberiya Îranê de tim wiha bûye ku kesê ji hêla Xameneyî ve tê erêkirin, ew tê hilbijartin. Bi hilbijartina şeklî ya Reîsî re saziyên meclîs, serokomarî û Vîlayetê Feqî rêveberî kete destê yekdestiya beşên muhafezekar. Namzetên din yên Serokkomariyê ji ber dizanîn ku wê di vê pêşbirkê de bi ser nekevin û serokomar diyar bibû, pir bê îdea derketin pêşbirka hilbijartinê. Piştî hatina ser kar ya Îbrahîm Reyîsî, dê rewşa Îranê hîna xirabtir bibe. siyaseta Îranê ya hundir û derve li herêm û cîhanê hate meşandin têk çûye. Niha li ser Îranê bêtirî hezar ambargo tê meşandin. Ji bo rakirina vê ambargoyê neçare tewîzan bide. Pêvajoya tewîzdayînê li ber Îranê heye. Nexwe krîza aborî û siyasî dê girantir bibe. 
Di siyaseta navxweyî de jî, hatina Reyîsî li ser hukûmetê bi xwe re dê çi biguhere, ev elbet dê paşerojê zelaltir bibe. Lê dîrok û karneya Îbrahîm Reyîsî di 1367 (1988) pir xirab û kujer e. Ji ber wê tu hêvî û bendewarî ji Reîsî tune ye. 

Civak dikarin biguherin 

Sîstem jiberxwe ve naguherin, an jî tune nabin, bi têkoşînên civakê têne guhertin. Civak hefteyekê bênavber û topyekûn, hevgirtî çalekî bikin dê sîstemên herî mezin û xurt ên cîhanê hilweşînin. Lê ji ber têkoşînên heyî belav in, qutqutî ne û komî nînin, ji ber wê encama hewce nadin. Îro jî ger em şoreşê û guhertina pergalê dixwazin pêwîste çalekî û berxwedan pir berfireh û yekgirtî be. Hefteyekê her kes kar bide rawestandin, hefteyekê herkes li derve be, serhildan bike, rejîm dê neçarê guhertinê bimîne. Jin di vê mijarê de pêşenga sereke ye. Di demên borî de ji girtîgehan heya hemû qadên jiyanê xwedî têkoşîn bû. Rastê zextan hat, lê bêdeng nemaye. Ji ber jin wek însan nayê dîtin, ji hemû mafên xwe bêpar dimîne. Ji ber wê sedemên jinê yên têkoşîn û serîrakirinê bêsînor in. 
Pêşketin û guhertina sosyolojîk û hizrî ya gelê Îranê di wê astê de ye ku ji sosyalîzm û pergala demokrasiyê re pêşengtî bike. Ji her demê bêtir îro gelên Îranê xwedî derfetin. Ger em bi ramana azadiyê, sosyalîzm û demokrasiyê, sîstema xwe ya azad û demokratîk pêş bixin, em dikarin li dijî desthilatdariyê şoreşa azadiyê biser bixin. Ger em gelên Îranî û di serî de jî gelê Kurd bi hevgirtî û yekîtî têbikoşin, bi tecrûbeya salan ya têkoşîna borî, em ê bikaribin serketinê misoger bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.