• Miracaetên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kûrt a 12’an ku ji aliyê Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê ve tê lidarxistin, dest pê kir. 

Miracaetên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kûrt a 12’an ku ji aliyê Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê ve tê lidarxistin, dest pê kir. 

Xwendekarê Zanîngeha Mûglayê Şerzan Kûrt, di 12'ê Gulana 2010'an de di dema bûyerên xwendekaran de bi çekê hatibû qetilkirin. Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê jî ji wê çaxê heta niha li ser navê wî pêşbaziyên çîrokê çêdike. 

Pêşbazî dixwaze balê bibe ser binpêkirinên mafan û berhemên baş ên serbixwe li wêjeyê zêde bike. Pêşbazî wê çîrokên bi Kurdî û Tirkî qebûl  bike. Mohleta şandina berheman jî 1’ê Îlonê bi dawî dibe. Xelatên pêşbirkê jî dê di 12’ê Mijdara 2022’yan de bên dayîn. 

Şertên tevlîbûna pêşbirkê wiha ne:

- Berhemên ku tev li pêşbaziyê bibin, divê berî niha li ti deverê nehatibin weşandin.

- Zimanê pêşbaziyê, Kurdî (Kurmancî) û Tirkî ye. Ji bo her zimanekî wê xelatek bê dayîn. Heke jûrî hewce bibîne, dikare xelatê parve bike.

- Heta 1’ê Îlona 2022’an divê çîrok tevî kurtejiyan, navnîşan û wêneyekî ji maila serzankurt2011@gmail.com re bên şandin.

- Berhemên ku jûriyê maqûl dîtine, wê wek pirtûk bên weşandin. Kesên ku tev li pêşbaziyê dibin vî xisûsî dipejirînin.

- Xelat, plaketek e ku dê ji aliyê saziyê ve bê dayîn.

ÊLIH