• Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li navçeya Beyoglu ya Stenbolê li avahiyên xwe bernameya “Çîrokên Serhedê” li dar xist.

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li navçeya Beyoglu ya Stenbolê li avahiyên xwe bernameya “Çîrokên Serhedê” li dar xist. NÇM’ê bi vê bernameyê xwest bala temaşevanan bire ser çanda dengbêjî û çîrokbêjiyê.

Di bernameyê de çîrokbej Ayhan Erkmen û dengbêj Kerîmê Jîrkî jî amade bûn. Erkmen, çîrokên herêma Serhedê gotin û Kerîmê Jîrkî jî stranên dengbêjî pêşkêş kirin. 

Çalakiya ku bi dehan kes lê amade bûn, bi bibîranîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de hat qetilkirin, dest pê kir.

Bername piştî çîrokbêjiyê û stranan bi dawî bû. 

MA/STENBOL