Çîrokên henûn ên Efsûna welatê min

Nûçeyên Çand/Huner

În 4 Adar 2022 - 05:44

  • Diyar e, Kemal Yîgît jî di "Efsûna Welatê Min" de, çîrokên xwe û hevrêyên xwe nivîsîne. Di wan çîrokan de nûciwanên vî welatî barê giran girtine ser milê xwe û carekê jî nabêjin ‘ax û wax’. Di wan çîrokan de, serhildêrî, şahî, şîn, serbilindî û serfirazî heye.

Efsûna Welatê Min a nivîskarê girtî Kemal Yîgît ji Weşanxaneya Aramê derket. Çîrokên bi zimanekî herikbar hatine nivîsîn, dike ku xwîner piştî ekla xwe lê xweş kir, bi bêhnekê re pirtûkê biqedîne.

Di "Efsûna Welate Min" de pênc çîrok hene. Nivîskar Kemal Yîgît, van çîrokan di şexsê hevrêyê xwe Xebatkar Çewlig de diyarî cangoriyên têkoşîna Rêveberiyên Xweser û gelê Nisêbînê dike. Çîrok bi zimanekî henûn û herikbar hatine nivîsîn. Di hin çîrokan de çîrok di nava çîrokan de ne. Nivîskar ji dema niha diçe demên bihurî û careke din hemû xisletên demên bihurî tîne roja îro.

‘Xweziya biharên berê’

“Rojek ji rojên biharê. Bêje belê. Giha serê xwe ji nava axê derxistiye, hatiye bihostê. Bêje erê. Her der kesk, bi rengê jiyanê kemiliye. De fermo em bi hev re bêjin; xweziya bi wan biharên berê, dema berx û kar û ker bi hev re heval, diçêriyan li biniya bênderê. Ev hate bîra te ne? Êdî her şev, ez ji xwe re çîrokan dibêjim. Çîrokên em di wan de li cem hev, bi hev re. Çîrokên min û te. Çîrokên di dawiya wan de her car tu vedimirî, ez bi qêrîn, hewar û lal… Dibêjim: Hebû û tune bû, rihmet li miriyên me be, di heyameke kevn de li gundekî nêzî bajarekî xweş, du zarokên delal hebûn. Her du jî law bûn. Lê yek ji wan hêj bêtir delaltir, çak û paktir bû. Navê wî Salih bû. Mîna navê xwe safî û paqij. Pismamê hev bûn, lê ji du birayan bêtir nêzî hev bûn. Wekî du parçeyên yek dilî bûn…”

Li ser xwe û hevrêyên xwe nivîsiye

Nivîskar di her çîrokê de piçekî be jî behsa xwe dikin. Diyar e, Kemal Yîgît jî di "Efsûna Welatê Min" de, çîrokên xwe û hevrêyên xwe nivîsîne. Di wan çîrokan de nûciwanên vî welatî barê giran girtine ser milê xwe û carekê jî nabêjin ‘ax û wax’. Di wan çîrokan de, serhildêrî, şahî, şîn, serbilindî û serfirazî heye.

“Bi hatina biharê re, li ser esasê plansaziya salê, ji aliyê Biryargeha Navendî tenzîma komê ji bo herêma Zagrosê hatibû çêkirin. Bi gaziya li ser vî esasî ya ji aliyê rêveberiya biryargehê ve, her endamek komê ji derekê hatibû. Hin ji lojîstîkê, hin ji tabûra leşkerî ya ku bi karên ewlekariya Biryargeha Navendî peywirdar, hin jî ji cihên hîn dûrtir. Çend heb jî, ji dewreya perwerdehiyê ya şervanên nû bûn. Li ser gaziyê tev hatibûn, li Biryargeha Navendî gihabûn hev. Îstiqameta wan Biryargeha Herêma Zagrosê bû…”

Herikbariya çîrokên Kemal Yîgît yên di "Efsûna Welatê Min" de, dike ku xwîner piştî ekla xwe lê xweş kir bi bêhnekê re pirtûkê biqedîne.

Kemal Yigit kî ye?

Kemal Yîgît sala 1983’yan li gundê Dêrzendiqê yê girêdayî navçeya Nisêbînê ya ser bi Mêrdînê ji dayik bûye. Weke gelek ciwanên welatê xwe yên dildarê azadiyê, di temenê ciwan de têkoşîna azadiyê nas kir. Dema li Zanîngeha Çanakkaleyê ya 18 Mart'ê beşa mamostetiya Tirkî dixwend, ji ber kampanyaya daxwaza perwerdehiya Kurdî di 2000’an de ket girtîgehê. Dema ji girtîgehê derket berê xwe da wargehên azad. Sala 2006’an dîl hate girtin û cezayê muebetê lê hate birrîn. Ji wê demê ve di girtîgehê de ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.