Wênegirê 20 salî, Krutik Thakur ê Hindî bi girtina wêneyên rojê çîrokan ava dike. Beriya roj biçe ava û tarî bikeve erdê, ew di hungira berêvarê de wêneyan digire û ji wan çîrokan diafirîne.
Thakur gava dîmenên bi vî rengî li ser înternetê dibîne, pirr bala xwe dide wan, û ew jî dixwaze bi xwe wêneyên wisa bigire. Ew bi tena serê xwe teknîka girtina wêneyan fêr dibe û di dawiyê de wêneyên balkêş û bêhempa diafirîne. Thakur dibêje, “Ji youtube ez fêrî bikaranîna kamerayê bûm. Diviyabû min bi hinek eyaran zanibaya, nexwe min nikaribû van wêneyên afirîner bigirta.”
Thakur çîroka girtina van wêneyan dibêje, “Rojekê li keviya behrê min du zarok nas kirin. Min ji wan xwest ku ew destên xwe dirêjî rojê bikin û rojê di navbera xwe de parve bikin ango lîstikên piçûk çêkin. Paşê jî min wêneyên van zarokan girt.” Piştî ku Thakur van wêneyan li ser medyaya civakî parve dike, bala gelek kesan dikişîne ser xwe û gelek kes wî dişopînin. Thakur roj bi roj di vî warî de xwe li çîrokên din girêdide û niha bûye pisporê van dîmenan. Ew tenê wêneyan nagire, ew bi wêneyan çîrokan dibêje. Maneyên nû li sîtavên rojê bar dike û ji van sîtavkan çîrokên balkêş derdixe.
Her wiha ji bo çîrokan mirovan jî bi kar tîne û di navbera mirov û rojê de girêdanekê çêdike.
NAVENDA NÛÇEYAN