Çîrokên Andersen êdî bi Kurdî ne. Bi wergera ji Danîmarkî ya Nesrîn Rojkan deh çîrokên wî ji aliyê Weşanên Morî ve hatin weşandin. Ev deh rûpel bi giştî di 80 rûpelî de hatin berhevkirin. Ji bo kitêbê Bilal Karagoz wêne xêz kirine.
Nivîskarê van çîrokan Hans Christian Andersen (1805 – 1875) li Danîmarkayê weke H.C. Andersen tê nasîn. Ew herî zêde bi çîrokên xwe yên efsanewî tê nasîn, lê ew di heman demê de nivîskarekî li pêş ê lîstikên şanoyê bûye û şiirên wî jî li welatê wî tên nasîn.
AMED