Çîroka Lihêfa Rajahê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 3 Sibat 2023 - 01:56

Ev ‘Lihêfa Rajah' e. Sala çêkirina wê diyar e: Hezîrana 1841. Mehkûmên Ingilîz ew çêkirine. Hingê Ingilîstanê mehkûmên sûcên giran dişandin Awusturalyayê. Ev lihêf jî di keştiyeke veguhestina mehkûman de hatiye çêkirin û berê wê bi Awustralyayê ve bûye. Keştî ji bendera Woolwichê veqetiyaye û berê xwe daye bendera Hobartê ya li Tasmaniyayê. Navê keştiya lihêf tê de hatiye çêkirin jî Rajah bûye. Yanî lihêf bi navê keştiya veguhestina mehkûman tê nasîn. Ingilîstanê wê heyamê, di nava 25 salan de 12 hezar mehkûmên jin veguhestin Awustralyayê. 

Lihêf paşê şandine Ingilîstanê û demeke dirêj ew wenda bûye, heta ku li Skoçyayê ji nû ve derket holê. Lihêf sala 1989´an li Awustralyayê hat vegerandin û li Galeriya Neteweyî ya Awustralyayê tê nîşandan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.