Şaredariya bajarê Newcastle ya li Skoçyayê, ji ber nêzîkbûna 21´ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, pirrengiya zimanan a li bajêr pîroz kir.  

Îsal şaredarî li Kitêbxaneya Gosforthê, 21´ê Sibatê cih dide gotina çîrokeke bi Macarî.  

Şaredarî her wiha kitêbên bi wêne jî diyarî xelkê dike ji 21´ê Sibatê heta bi 26´ê Sibatê. Bi 26 zimanan kitêb hene û di nava van zimanan de ji bilî Erebî, Çînî, Darî, Hindî, Rûsî, zimanekî Kurdî jî heye. Şaredarî kitêbên bi Soranî jî diyarî xelkên dixwaze bixwînin dike.

NAVENDA NÛÇEYAN