Çalakiyên Meha Çand û Huner bi nîşandana filma “Çîroka bajarê wêrankirî” li bajarê Qamişloyê bi dawî bûn. 

Çalakiyên Meha Çand û Huner 9`ê Tîrmehê bi dirûşmeya “Bi çand û hunerê neteweya demokratîk, em ê dagirkeriyê têk bibin û serketinê misoger bikin” dest pê kirin. Çalakî ji aliyê Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunerê Demorkatîk ve hatin organîzekirin û heta 26’êTîrmehê wê li gelek bajaran dewam bikin. 

Çalakiyên li Qamişloyê di roj seyemîn de bi dawî bûn. Di vê roja dawî de filma “Çîroka bajarê wêrankirî” bi amadebûna bi dehan kesan li navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo hate nîşandan. Film ji berhemên Komîna Film a Rojava ye û di gelek mihrîcanên cîhanî de hat nîşandan. Film saetek û 17 deqîqeyan dewam dike û ji 3 beşan pêk tê.

Film balê dikişîne ser êrişên komên çete yên DAIŞ’ê yên li dijî Şengal, Kobanê û bajarê Ceza yê herêma Firatê, berxwedana şervanên azadiyê yên li hemberî van êrişan, û serpêhatiyan xelkê û şervanan di dema êriş û berxwedanê de.

Çalakiyên meha çand û hunerê li bajarê Qamişloyê bi dawî bûn û li deverên din ên herêma Cizîrê wê dewam bikin. 

ANHA/QAMIŞLO