- Em îro hatine vir li ser gorên cangoriyên xwe, me çiraya xwe ya pîroz pêxist.
Bi pêşengatiya saziya Malbata Şehîdan ya Şengalê, bi boneya cejna Çileyê Havînê ya Êzîdiyan pêr bi şev li şehîdgeha şehîd Berxwedan û şehîd Dilgêş li ser gora şehîdan hemûyan çira hat pêxistin.
Hevseroka Meclîa Gel ya gundê Guhbel, Meyan Salih got, Tebax ji bo civaka Êzîdî mehekî reş e ji ber ku ne tenê fermana dawî, di wê mehê de pêk hatibû gelek pêşengên vê civakê bûn hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker.
Meyan Salih got, “Em îro hatine vir li ser gorên cangoriyên xwe, me çiraya xwe ya pîroz pêxist. Dema DAIŞ’ê êrişê me kir dîsa di vê cejnê de bû, ev meh ji bo me meheke gelekî bi zehmet û bi êş e. Mam Zekî, Mam Seyîd û gelek pêşengên me di vê mehê de hatin hedef girtin. Em hemûyan bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”
ŞENGAL