Cîran filma herî baş ya Bernê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 20 Cotmeh 2021 - 01:15

  • Filma “Cîran” ya derhênerê Kurd Mano Xelîl îsal li peytexta Swîsreyê Bernê filmê herî baş hat hilbijartin. Filma metrajdirêj ya “Cîran” îsal li “Festîvala Locarno ya Filman” û gelek festîvalên din jî hatibû nîşandan û ji hin festîvalan xelat wergirtibû.

Filma “Cîran” ya derhênerê Kurd Mano Xelîl îsal li peytexta Swîsreyê Bernê filmê herî baş hat hilbijartin. Filma metrajdirêj ya “Cîran” îsal li “Festîvala Locarno ya Filman” û gelek festîvalên din jî hatibû nîşandan û ji hin festîvalan xelat wergirtibû.

Li Bernê her sal “Filma Bernê ya herî baş” hildibijêrin û xelateke ku bihaya wê 30.000 chf digire didin film. Juriya îsal filmê Mano Xelîl wek filmê herî baş neqand û xelat da filmê wî.

Filma “Cîran” çîroka zarokekî Kurd ê 6 salî ye ku li gundekî nêzî sînorê Tirkiye û Sûriyê dijî. Malbata wî di nav du welatan de hatiye parçekirin. Film bi du saetan behsa pêncî salên zordestî, şovenîzm û rêbazên nijadperestiyê yên rejîma Beesê ya faşîst dike. Film her wiha li ser gelek mijarên din jî disekine: Qedexekirna ziman û çanda Kurdî, pratîkên Muxaberatê (Îstîxbarata Beesa Sûrî) yên li dijî gelê Kurd, nijadperestiya rejîmê û daxwaza rejîma

Beesê ya ji bo guherandina demografiya Kurdistanê. Film, her wiha leşkerên li ser sînor yên ku bi kuştina Kurdan kêfxweş dibin jî nîşan dide.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.