Çînî heye lê Kurdî tine ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 22 Sibat 2024 - 00:41

YARA EHMEDÎ / NÛJINHA / URMIYE

Li Rojhilatê Kurdistanê piraniya kesan bi Kurdî diaxivin lê di rojên derbasbûyî de Mudurê Giştî yê Hunerên Destan û Turîzmê yê Mîrasa Çandî ya Eyaleta Urmiyeyê, ji bo bajarê Urmiyeyê ku gelek turîst diçin wê derê, ji bo razemeniyên turîzmê bi zimanê Farsî, Tirkî, Azerî, Îngilîzî, Çînî, Hindî, Erebî danasîn kir. Ji ber ku di nava van zimanan Kurdî tunebû, gelek kesan nerazîbûn nîşan dan. Roya M. ya ku li Urmiyeyê di otelek de tercumaniyê dike got:“Kesên ku zêdetir tên vê derê Kurdên ji Başûr û Bakur in. Gelek ji wan turîstan, bi armanca tibî, kar an jî turîzmê tên digerin. Zêdetir li tercumanên ku bi Kurdî dizanin digerin.”

Samira Sharif ku li nexweşxaneyeke taybet a Urmiyeyê de dixebite jî wiha dibêje:"Di navbera personelên nexweşxaneyê de hejmara Kurdan pir zêde ye. Divê were zanîn ku bajarê Urmiyeyê yek ji navendên herî girîng ê turîzmê ye.”

Îxracatkarê xurekê Kosar Rahîmî jî got:“Ji ber ku her du alî jî bi Kurdî diaxivin ez pir kêfxweş im. Dikare were gotin ku Kurdbûn ji bo lihevkirinê faktora herî bi bandor e."

Aktivîsta ji Rojhilatê Kurdistanê Leila M. jî got:“Di danasînê de tunebûna zimanê Kurdî encama pişaftina çandî ye. Bi salan e zimanê Kurdê di bin gefa dijminan de ye lê ji ber rola xwe ya ku dilîze tu carî nikaribûne înkar bikin. Zimanê Kurdî êdî li vî bajarî û di bazara turîzmê de yek ji zimanên herî bi bandor e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.