Çînayetî di nava civakê de

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 20 Tebax 2023 - 16:44

  • Li ser çîna xwedî desthilata siyasî li Herêma Kurdistanê lêkoler Kelsûm Gezneyî dibêje: Beşên vê çînê wiha ne ku nêzîkatiyên wan ên neteweyî lewaz in, nirx didin sermayeya welatên biyanî û ji welatên kapîtalîst paşketîtir in.

Lêkolera Kurd Kelsûm Gezneyî, li ser mijar tevgera çînayetiyê di nava civakê de bawernameya masterê wergirt. Gava wê ev karê xwe dikir, ew di ber re jî li Ofîsa Mafê Mirovan a Soranê dixebitî.

Jina Lêkoler, Kelsûm Gezneyî li Soran di warekî zor û kêm de, bawernameya xwe ya masterê wergirt û wek bi xwe dibêje, berpirsên lêkolînê ji wê re gotin, ‘ev karê zilaman e ku tu dikî’, lê li dijî vê yekê li ber xwe da û bawernameya xwe wergirt.

Kelsûm Gezneyî çalakvan û parêzvana mafê jinan û zarokane. Ew di heman demê de, ev bû 12 sal ku li Ofîsa Mafê Mirovan a Soranê dixebite. Sala 2019’an wê li Zanîngeha Selahedînê dest bi xwendina bawernameya masterê kir. Û niha wê teza xwe ya li ser ‘Tevgera çînayetiya di nava civakê de’ ev bawername wergirt. Bi teza xwe ew di 150 rûpelan de agahiyan dide û statîstîkan dinirxîne.

Kelsûm Gezneyî, di vî karê xwe yê zehmet de bi nimûne Herêma Kurdistanê bi tevgera çnayetiyê di nava civakê de daketiye. Çawa ku ew bi xwe dibêje, gelek pirsgirêk derketine pêşiya wê û nerihetî dîtine, ji ber ku mijara lêkolîna wê zehmet bû û gelek dem û enerjî jê re diviya.

 

Karekî serketî

Lêkoler Kelsûm Gezneyî derbarê pêvajoya wergirtina bawernameya xwe de got, “Ne karekî hêsan bû, berpirsên lêkolînê ji min re gotin, ‘ev karê zilaman e’, lê min got, ez ê bikim û serketî bûm. Ji bo wê niha gelek kêfxweş im û ez aram im ku min tiştekî ku mêran tenê ji xwe re dipejirand, kiriye. Di heman demê de lêkolîn û agahiyên derbarê tevgera çinayetiyê de wê xwe bispêrin lêkolîna min, ji ber ku di nava jin û zilamên Kurd de ez kesa yekem im ku bi vê mijarê daketiye, lêkolaye û bawernameya masterê li ser wergirtiye.”

 

Di qonaxa guherînê de

Kelsûm Gezneyî her wiha qala bawernameya xwe ya masterê kir û wiha axivî: “Teza min behsa ‘Tevgera çînayetiya di nava civaka Kurd de’ dike. Gelo civaka Kurd, civakeke di nava guherînê de ye, civakek çandiniyê yan kapîtalîst yan jî arîstokrasiyê ye? Di encama lêkolîna min de derket holê ku civaka Kurd, di nava kapîtalîzm û arîstokrasiyê de ye û di qonaxeke guherînê de ye.”

 

Li ser nimûneya “Herêma Kurdistanê” ye

Gezneyî wiha axaftina xwe dewam kir: “Min civaka Kurdî li ser çînên cuda dabeş kir û li gorî encaman derket holê ku civaka Kurdî di asta çîna komprador (navbeynkar) de ye, ango tê wateya ku bi burokrasiya kapîtalîst desthilatdariya siyasî digire dest û welat bi rê ve dibe. Beşên vê çînê wiha ne ku nêzîkatiyên wan ên neteweyî lewaz in, nirx didin sermayeya welatên biyanî û ji welatên kapîtalîst paşketîtir in. Ev yek bi heman şêweyî rewşa Herêma Kurdistanê ye ku em dibînin civaka Kurd rêjeyeke zêde kelûpelan ji derve hawirde dike û herî kêm girîngiyê dide hinardekirin û hilberîna kelûpelên navxweyî.”

ROJNEWS/SORAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.