Çima tenê NÇM?

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Gulan 2023 - 15:52

Ji hunermendên NÇM'ê Engîn Cengîz anî ziman ku Dosso Dossî parçeyekî polîtîkayên bişavtinê ye û got, divê Kurd li ber vê rabin.

Di dema desthilata AKP'ê de ku polîtîkayên çewisandinê yên li ser çand û zimanê Kurdî zêde bûn, bi taybetî polîtîkayên ku bi dejenrasyona çandî, ciwanan dike hedef, bi mihrîcanên di bin navê konser û bernameyan didomin. Ev polîtîkayên di demên dawî de bi organîzasyona Holdînga Dosso Dossî li bajarên bakurê Kurdistanê tên pêkanîn. 

Konserên ku berê di bin navê "mihrîcanê" de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, li navçeya Sûrê ya Amedê û li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hatin kirin, bi hatina havînê re careke din di rojevê de ne. Walîtiya Agiriyê, Şaredara Bazîdê Yildiz Acara ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat îxrackirin û Holdînga Dosso Dossiyê dê di 9'ê Tîrmehê de "Mihrîcana Muzîkê ya Çiyayê Agiriyê" li dar bixin. 

Ji hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) Engîn Cengîz, polîtîkayên bişavtinê û organîzasyonên Dossî Dossî Holdîngê nirxandin.

 

Di xizmeta bişavtinê de ne

Engîn Cengîz diyar kir ku ev organîzasyonên li bajarên Kurdistanê ji polîtîka û şirîkatiya desthilatê ne qut in û polîtîkayên desthilatê bi xwe ne. Wî got, Dossî Dossî jî organîzasyonek e ku ji aliyê desthilatê ve hatiye afirandin. Cengîz da zanîn ku Dossî Dossî û organîzasyonên bi vî rengî parçeyekî polîtîkayên asîmilasyonê ne. Cengîz diyar kir ku dema NÇM çalakiyên bi vî rengî amade dike, desthilat qedexe û astengiyan datîne pêşiya wê: "Pirr eşkere hatiye îsbatkirin; kesên ku dê li wir derkevin ser dikê, xizmeta çanda populer û xizmeta bişavtinê dikin." 

 

Desthilat dixwaze me kontrol bike

Cengîz armanca desthilatê weke dejenerekirin bni nav kir û got, "Desthilat ji gelê kurd û hunermendên wan re dibêje, 'wiha bin, ger hûn wiha bin, em ê destûrê bidin.' Desthilat dixwaze her tişt di bin kontrola wê de be. Ev desthilat vîna gel nas nake. Êrişê dibe ser her tişta ne ji benda xwe û dixwaze her tiştê kontrol bike." 

 

Dixwazin me asîmîle bikin

Engîn Cengîz got, divê hunermend li dijî organîzasyonên bi vî rengî hesas bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ma tenê karê NÇM’yê ku li hemberî vê yekê helwêstê nîşan bide! Çima tenê NÇM daxuyaniyê dide? Min dixwest her kes li ber vê rabe û daxuyaniyê bide. Divê her kes bibêje, ‘Ev projeya wan kesan e yên ku dixwazin me asîmîle bikin.’ Em Kurd in. Dibe ku fikrên me ne weke hev bin, lê em parçeyekî gelê Kurd in. Bi awayekî giştî bi ser gelê Kurd de diçin. Ev desthilat dibêje, 'Em ê Kurdî asîmîle bikin, em ê Kurdî ji holê rakin.' Ne tenê NÇM, tevahiya civaka Kurd vê dibêje."

MA / STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.