Çima çar tilî?

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 3 Çile 2022 - 22:12

  • Gelek karakterên anîmasyonî çartilî ne û ji mêj ve ye ev yek weke rêûresmeke anîmasyonî dewam dike. 

Gelek karakterên anîmasyonî çartilî ne û ji mêj ve ye ev yek weke rêûresmeke anîmasyonî dewam dike. Êdî ev yek bûye rêgezeke sereke ya filmên kartonî. Di rezfilmên anîmasyonî yên weke Mickey Mouse, Homer Simpson, Sifinc Bob, Looney Tunes, Serdema Kevir, Tom û Jerry, û gelek rêzefilmên din ên anîmasyonî de karekter giş xwedî 4 tilî ne. 

Gelek sedemên vê yekê hene, lê li gorî nûçeya Independentê, sedema herî mezin pêvajoya çêkirina anîmasyonan e. Ji lewre, teknîka çêkirina 4 tiliyan ji ya 5’an hêsantir e. Dema xêzkar ji dêvla 5 tiliyan 4’an xêz dikin ev yek barê stûdyoyan jî sivik dike û ew mesrefa zêde nakin. Ji lewma jî ev teknîk bi pêş ketiye û wê dema anîmasyon bi destan dihatin çêkirin jî ev teknîk girîng bû. Lê piştî teknolojî bi pêş ket jî ev rêûresm neguherî û wek berê ma.

Her wiha di nûçeyê de tê gotin ku destên bi 4 tiliyan tên xêzkirin, xweşiktir tên xuyanê. Destê bi pênctilî hem zehmet e û hem jî ne xweşik tê xuyanê.

Yek ji sedemên ku çartilî ne jî karakterên kartonî bêhtir ajal in ji lewma jî weke 4 tilî hatine xêzkirin. Ji ber van sedeman tim çartilî hatine tercîhkirin. 

Di anîmeyên Japoniyan de ev yek diguhere û teknîka rojavayî nayê bikaranîn. Destên anîmasyonên Japonî giş pênctilî ne. Ji ber mafyayên Yakûza yên Japonî bi pekandina tiliyan navdar bûn, anîmatorên Japonî çartilî tercîh nekirine. Her wiha di Japonî de hejmara 4 û mirinê (shi) dişibin hev du, ji lewma jî tercîhên wan ji anîmasyonên rojavayî û Emerîkî cihêtir bûne. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.